Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-08
*Ez li qahwexanê rûniştibûm Mûrad Ciwan û Salim Çelîker hatin. Em
hersê bi hev ra derketin bîstekê gerîyan. Hewa pir xweş bû.
Em dîsa li ser
derketina ji Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep)peyivîn.
Min dîsa ev biryara Komîta Merkezî rexne kir. Mûrad û Salim jî biryar çewt
dîtin, wan jî got derketina me ji Sol Bîrlikê ne rast e...
Mûrad biryara Komîta Merkezî rast nedidît.
Bi qasî xuya dike Seîd Aydogmuş serkêşiya derketinê kiriye û biryar bi piraniya dengan hatiye girtin. Lema jî mesele bêtir bûye şexsî. Ev yek jî kane bibe sebebê perçebûnê. Çimkî di nav partiyê da şexs hatine hember hev.
*Saet di 19.00a da çûm Ostberga Skolan(Mekte Osberga)civîna
dê û bavan. Azadê me li wir dixwîne. Li ser rewşa wî mamoste ewê agahiyê bide
min.
XXX
1986-05-08
Nafî Çilgin îro ji min ra got yekî ÎSTIBî gotiye di nav hevalên TKSPê da hin
gelşên siyasî hene, bi hev ketine.
Yên Almanya li dijî yên Swêd in û hevalên Kemal Burkay di hindikayê da ne.
Lê nizanîbûye li ser çi li hev nakin, ji bo çi bi hev ketine?
Min got wele normal e. Çimkî ji Federasyonê vekişiyan, nayên tu şev û xebatên
kurdan, bi tu hêzê ra têkiliyên wan ne baş e, bûne wek kûsî û ketine qalikê
xwe. Pir normal e hin kes vê siyaseta Kemal Bûrkay qebûl nekin…
XXX
1989-05-08
Mumtaz (Nîmet Aydin)Armanc ji laserê derxistibû, min çû kontrol kir. Pir xweşik bûbû. Gava kontrol diqede meriv rehet dike, dibêje oxxx, bîna meriv tê ber meriv.
Civîna min bi mamostê Serhat ra hebû. Em saetek û 45
deqîqeyan peyivîn. Bi qasî min fêm kir nabêna wî zarokên din ne baş e, hevalên
wî tune ne. Ji min ra got, gelek caran nahêlin ez bi wan ra bilîzim. Dersên wî
baş in. Lê di çêkirina risman û boyaxkirinê da dibê alîkarî pê ra were kirin,
di vî warî da paşa da ye.
XXX
1999-05-08
Ecewît bi Devlet Bahçelî û Mesût Yilmaz ra peyivî. Tiştê xuya
dike Ecevît ewê bi MHP û ANAPê ra hikûmeteke koalîsyonê çêke.
Esas Ecevît bixwaze bi kê ra hukûmetê çêke dikane, çimkî hemû partî ji
hevkariyeke wiha ra hazir in.
Lê tiştê herî balkêş çi rast û çi jî çep, her kes dixwaze MHPa faşîst di
hikûmetê da cî bigire.
Her kes ”guherandineke mezin û kamiliyeke temam” bi MHPê ra dibîne û dibêjin
MHP êdî ne MHPa berê ye.
Bi baweriya min çewtî û tahlûka herî mezin jî ev e. Çimkî MHP bi îdeolojiya
xwe, bi felsefa xwe û bi siyaseta xwe di dema Turkeş da çi bû îro jî her ew e,
yanî di MHPê da tu guherandin tuneye. Guherandin di partiyên din da heye, ew
bûne MHP.
Di hikûmetê da cîgirtina MHPê him ji me kurdan ra û him jî bi tevayî ji bo
Tirkiyê xerab e, tahlûkeyeke mezin e.
Erê nuha Bahçelî û gurên wî yên boz xwe nerm dikin, xwe kibar dikin lê giş
lîstik e, xapandin e. Dixwazin bê teq û req werin ser hikum. Îcar dema bi vê
hêza xwe hatin ser hikum jî êdî tu kes nikane wan bisekinîne. Ewê partiyên din hemûyan
yeko yeko wek pariyekî bicû, bicû û dûra jî daqultîne.
Û ya herî xerab partî hemû jî ji alî îdeolojîk
ve amade ne bibin MHP.
Dema sibe werin ser hikum ewê gav bi gav fikrê civatê, ruhê civatê biguherînin.
Yanî di merhela pêş da ewê civatê bi tevayî wek xwe bikin faşîst, neyarê
kurdan.
Çimkî civat jî ji vê guherandinê ra amade ye. Dijminatiya kurdan civata Tirk
qarixî kiriye, lema jî MHP bi hêsanî dikane li mejuyê însanan hikum bike.
Tiştek pirr zelal e, do sosyaldemokrtatên bi Hîtler ra tifaq kirin çawa poşman
bûn, ew kesên ku îro ji MHPê re li çepikan dixin jî ewê poşman bibin. Lê çi
heyf poşmaniya dawî tiştekî bi paş da venagerîne.
XXX
2001-05-08
Merheba!
M. Emîn(Ektîren), ew nivîsa li ser dîroka Dêrikê û ew pencereyên
vedibûn min rastkirin û ji te ra şandin. Min ji te tu bersîv negirt, gelo te ew
girtin ya na? Heger tu min agahdar bikî ewê baş bibe.
Bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
8/5-01
XXX
Ji M.Emin Ektiren ra
Heyran, qet ne hewceye ku tu minnetdarê min bî. Û ez di ber
te da jî qet newestiyame.
Min li wê nivîsê jî nêrî û va ye ji te ra dşînim. Tenê divê
tu li qusûra min nenêrî, ji ber ku ez hinekî bi derengî dixînim. Lê divê tu
bizanibî ev yek ne ji xemsariyê ye.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
2001-05-08
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar