08 maj 2022

Kûçik be lê ji qewmê xwe be !

Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim ji kiyêba Mele Mehmûdê Dûrşewî ”Miştaxa Çiyan, Gotinên Pêşiyan” çend numûneyên xweş pêşkêşî we bikim.

Serbest Zaxoyî kitêb ji herfên erebî wergernadiya herfên latînîya kurmancî û di sala 1989a da li Swêd çap kiriye. Hin kêmasiyên kitêbê hene, zimanê wergera latînî jî ne serketî ye, lê gelek tiştên xweş û hêja tê da hene.

Min çend gotinên xweş jê hilbijartin. Hêvî dikim hûn jê hez bikin.

Gotên pêşiyan ji alî kesên berî me jiyana bi hostayî û bi şiklekî şîretkar hatine gotin, peyvên kin û manîdar in. Di gotinên pêşiyan da zanîn û fikrên wek şîretan hene, meriv ji wan ders, aqil û îlhamê digre.

Gotinên pêşiyan piştî hin tecrûbeyên jiyanê û gelek serpêhatiyan, însanan fikrên xwe kin û wek şîret gotine. Di edebiyata her miletî da gotinên pêşiyan hene û ji alî civatê pir tên hezkirin.

Di van salên dawî da di vî warî da hin xebat çê bûne, hin kesan çend berhem belav kirin, ”Miştexa çiyan ji gotinên pêşiyan” jî yeka ji wan e.

 

-Dinyanedîtî çi nedît, dema dît bi xwe da rît

-Fatromê agir berda zomê, çû rûnişt li ser komê
-Feqîr û jar wek par û pêrar

-Gan li Gewro curm li Îso
-Girêka xwe kes ji te ra venake
-Got siwaro Xwedê rişma te dirêj bike. Got: di destê min da ye.

-Gotin qereçiyo bistirê. Got: tiliya min kul e
-Gotin keçelo mû bi serê te ve tune. Got: kezîyên xaltîka min li qûnê dikvin
-Gîskê par hevûrî ye
-Heçî nebîne zahmet naxwe nehmet
-Heta li ser destan negerî qedrê nigan nizanî
-Heta te malek ava kir te bajarek xera kir
- Heçî ne li malê nizane hewalê
-Her kes berê tevşo dide xwe

-Hindik hindik heta bigihê gundik
-Holika pîrê xweştir ji Birca Mîrê Cizîrê
-Ji erebê ra gotin qûna te reş e, got malê min ev e
-Ji ker we yê maker horî ye
-Ji tîna meriv xwe davêje behra
-Ji kewê ra gotin: kuder xweş e? Kewê got: erdê ez lê bûm ferx.

-Ji kevjalê ra gotin çima tu xwar dimeşî? Got:ew ji min tê
-Kêfa me bi Xunafê xweş bû, Xunafê jî lawekî mirî anî
-Kes wek destê te nizane ku dera te duxre
-Kes bê sela nabe mela

-Kî bi wefa ye ew bira ye
 -Kûçik be lê ji qewmê xwe be
 -Mam Hemdan, me çîçek û gul ji dest dan, mane em û ev xeberdan

-Mirî baş be mirîşo bi xwe tê
-Mirîşk hêka dike birrînî bi dîk dikeve
-Masî di golan da nabin hût
 -Qûna hîn bibe tirra, devê hîn bibe virra, çê nabe heta kurrê kurra

-Rez yê min e ber yê xelkê ye
-Subhan ji vî xelkî, dudu di hev aliqîn, yek kor, yek çavşeliqî
-Şêx ne batin e lê şixul bi serî da hatine
-Tu benikê sor û zer biyayî tu yê bi devê hebana xwe va biyayî
-Têr nedixwar nan û jajî radikirin tole û tajî
-Toba darkutînkê ye

-Yê dîzik çêke zane çemil jî pêveke
-Yê destê xwe bide ber guhê xwe zane ewê çi bibêje

-Yê nekeve hinava nayê pêş çava
-Zimanê dirêj bela serê xwediyê xwe

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE