07 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -112-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-07

*Piştî kar çûm qahwexaneyê. Muzafer Ûzûn, birê wî Hîkmet û Hesen Yoldaş hatin ba min. Muzafer got ez çûme Danîmarkayê, Behzat xoce dîtiye, pê ra sohbet kiriye. Got li Danîmarkayê têkiliya nabêna kurdan pir baş e, kes dijminatiya hev neke.

Min got tiştekî pir baş e, dibê li vir jî wiha hebe. Gerek meriv hinekî bînfire be û li pêş xwe bifikire. Dema însan ji hêzekê feqetiya dibê dest bi dijminatiyê neke. Dinya dirêj e, belkî meriv rojekê dîsa bibe hevalên hev.

*Ji wir saet di 14.30î da rabûm çûm komelê. Hin kêmasiyên destûra Federasyonê hebûn min temam kir. Dûra Mûrd Ciwan Seîd Aydogmuş û Elîşêr(Zîya Avci)hatin. Piştî bîstekê ez, Seîd û Mûrad rabûn, me çû ji Bûlgarîstanê ra li bilêtekî pirsî. Hevalek ewö here wir.

Çend kitêbên min li ba Seîd bûn, got were em herin mal, ezê bidim te. Ez çûm mala wî. Ez û wî li ser derketina ji Sol-Bîrlikê(Yekîtiya Çep)peyivîn.

Min derketina ji Sol-Bîrlikê şaş dît, rexne kir, wî jî parast, got biryara me rast e. Lê di minaqaşeyan da dibê em xwînsar bin, hevdu neêşînin.

Min got zemîna hin heval dilê hev bihêlin heye, lema jî dibê Komîta Merkezî hin tedbîran bigire, beyanekê belav bike, nehêle ev minaqaşe bibe sebebê perçebûna me.

XXX
1997-05-07

Du sal berê min ji Yilmaz(Selîm Bakac) sê hezar (3000)kron deyn girtiû, hetanî nuha min nikanîbû bidayê. Camêr rojekê jî neda ruyê min. Min nedayê jî nedida ruyê min. Merivekî pir hêja ye, ez pir jê hez dikim.
Min bala xwe da yê bi vî hawî ezê nikanibim bidimê. Çimkî mesrefa min tim ji hatina min zêdetir e. 
Min 3 hezar kron ji bankê deyn kir, min perê wî îro bir dayê. Deynê min ê bankê bû 10 hezar.
Piştî min pere dayê min pir rehet kir, wek ez barekî pir giran ji pişta xwe deynim. Her cara ez diçûm ba wî, her cara me hevdu didît ev deyn tim dihat bîra min. Ez pir bêhuzûr dibûm, min ji vê feqîriya xwe şerm dikir. 
Li dinyayê tu tiştek ji deyndariyê xerabtir tune ye.
Bira meriv xwîndar be ne yî deyndar be...

XXX
2014-05-07

Yaşar Abduselamoglu di malpera Bîtlîsnameyê  da li ser yekî fransiz Baptîsîn Pujula tiştekî pir hêja belav kir; "Rêberê Kurd ê Herî Çeleng, lê Bênav."
Krîs Kuçera, Baptîsîn Pujula wek pêşnegê kurdolojiya Fransayê dibîne. Min bi xwe navê Baptîsîn Pujula nebihîstibû, min ji vê nivîsê bihîst.
Pujula di 1837a da li Împaratoriyê Osmanî ye û li ser şerê mîrektiyên kurdan û osmaniyan gelek tiştên muhîm nivîsîne. Yaşar dibêje nameyên wî ji yên Moltke ne kêmtir in.

Min jî nivîs do belav kir. Kurdiya hinekî nivîsê xerab e. Min gelkî dixwest min ew kitêb bixwenda û bi nivîseke xweşik ew bide nasîn.
Bi nasandina vî camêrî Yaşar Abduselamoglu karekî pir baş kiriye, mala wî ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar