06 maj 2022

Sebebê vê perîşaniya me hinekî jî ji me da ye

Siyaset jî, tîcaret jî bi bînfirehiyê dibe û bi ser dikeve. Bi merivên bînteng, zirzop û hêrsokî ne di tîcaretê da, ne jî di siyasetê da meriv bi ser nakeve, nabe xwedî hêz.

Di siyasetê da jî, di tîcaretê da jî bînfirehî û îstîkrar şert e.

Helbet cir, exlaq û îstîkrar tenê têrê nake, zanîn jî lazim e. Dibê meriv erbabê karê xwe be.
Heger siyasetmedar û serokên me erbabên karê xwe bûna, menfaeta miletê xwe di ser her tiştî ra bigirtana nuha em hewqasî ne perîşan bûn.

Merivê ne erbabê siyasetê nikane xurt bibe û baweriyê bide milet. Dibê însan baweriyê bi meriv bînin, gerek meriv di praktîkê da wê baweriyê bide însanan.

Merivên wiha jî pir hindik in, belkî ji sedsalî carê dertên. Hewcedariya me kurdan bi siyasetmedar û lîderên wiha hene, lîderên zana û nasyonalîst, lîderên xêr û qezenca Kurdistanê û miletê kurd di ser meqam û berjewendiyên xwe ra  digre.

Lê ya ecêb milet jî dev ji piştgiriya van siysetmedar û serokên ew perîşan kirina bernadin. Her milet kesên dişibin wan dikin berdevk û serokên xwe. 

XXX

Ne pere, ne jî meqam însên naguherîne, tenê maskeyê însên dixîne, qerekterê meriv yê rastîn derdixe ortê.

Lê hetanî maske dikeve mala milet dişewite. Çimkî êdî dereng e, dema maske dikeve zalim, sextekar, dîktator êdî xwedî hukim e, xistina wî zor e.
Ji Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan bigrin hetanî meleyên Îranê û dîktatorê Belarûsê Alexander Lukaşenko bi sedan numûne hene.

XXX

Partiyên kurdan ên mezin, ên xwedî hêz siyaset kirine gêrmiya gavanan, mahdê meriv jê digere. Ya baş meriv jê dûr keve û xwe tê negerîne.

Çimkî bi gotinên me dev ji neyartiya hev bernadin. Em çi gazinan dikin jî tesîrê li wan neke.

Hin partiyên me bûne gelşeke mezin, heta gelşa esasî. Heta ew hebin û xwediyên van hêzan bin li hev nakin û halê me jî ewê tim ev halê perîşan be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE