Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-06
*Piştî kar çûm komelê, min destûra Federasyonê nivîsî û
mîzanpaja wê çêkir.
*Bi şev min telefonî Mahmûd Kîper kir û li halê wî pirsî. Got baş e, tiştekî
talûke tune ye. Wê rojê di civînê da hinekî nerehet bûbû, me bi ambûlansê şandibû nexweşxanê.
*Min telefonî Şiyar û Zubêr kir ne li mal bûn.
XXX
1999-05-06
Ez bi diya xwe û bavê xwe ra peyivîm, gotin Faîq ji eskeriyê
hatiye, dîsa karê xwe yê berê dike, kitêban difroşe. Ne li mal bû, çû bû Wanê.
Ez bi Remzîye xanima birayê xwe Fûad ra jî peyivîm. Min jê
ra got min nivîsa te şandiye ji Ozgur Polîtîka ra. Lê ewê biweşînin ya na ez
nizanim. Got nivîs ne ya min tenê ye, xebateke kolektîv e.
Min got Fûat ji min re gotibû nivîsa Remzîye ye, lema min ji wan ra wer nivîsî.
XXX
1997-05-06
Min îro ji Fûadê birayê xwe ra 2000 hezar kron şand. Ezê dûra jê ra bibêjim bira
1000 kronî bide bavê min, hezarî jî ji xwe ra hilîne. Jim e ra ruyê kursiyan
şandibû, min perê wî nedabûyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar