05 maj 2022

Tirkiye ji me ra nabêje bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin !

Li ser gazina min kurd kitêbên bi kurdî nakirin, kurd qedir nadin zimanê xwe, ji zimanê xwe hez nakin, xwediyê Hêlîn Pirtûk Sahafê gotiye min du(2) heb ji ”Antolojiya çîrokên zarokan/Hebû tune bû” dane anîn lê hîn kesî lê nenêriye, hîn yek jî nefirotiye, kitêb di hustuyê wî da mane.

Bi baweriya min ji miletekî wiha ra ev yek ne tiştekî ecêb e, kurd ji zimanê xwe hez nakin û lema jî naxwazin zarokên wan jî kitêbên bi kurdî bixwînin.

Heger dê û bavan ji zimanê xwe hez bikirana li bajarekî wek Qoserê(Qezê)ewê du heb ”Antolojiya Hebû Tune bû” ewê di nav du sê rojan da bikiriyana û gelekên din bixwestana.

Lê ji ber ku bi me kurdan ra hezkirina zimên pir zeîf e lema jî em kitêbên kurdî ji zarokên xwe ra nakirin, kurdî fêrî zarokên xwe nakin.

Sebebê kesadiya bazara kitêbên kurdî nehezkirina zimên e, piraniya kurdan naxwazin zarokln wan bi kurdî bizanibin, kitêbên kurdî bixwînin.

Yanî ji bo ku em ji zimanê xwe hez nakin lema jî zarokên xwe bi destên xwe asîmîle dikin. Kitêbên kurdî ji zarokên xwe ra nakirin.
Dewleta tirk ji me ra nabêje bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin, zarokên xwe fêrî kurdî nekin, em bi destên xwe dikin, em naxazin zarokên me fêrî kurdî bibin.

Heger ”Antolojî çîrokên zarokan /Hebû tune bû” bi tirkî bûya, ya jî kitêbeka li ser erotîzmê û seksê bûya ewê li hewa biçûya, ewê ji destên hev birevandana.

Lê ji ber ku Antolojî bi kurmancî ye kesî lê nepirsiye, kitêb giş du hustuyê Hêlîn Pirtûkê da mane…

Hêja Giyan ji Antolojiya Hebû Tune bû çîroka rojiya rûvî xwendiye û di Keskesor TVê da belav kiriye.
Xortê hêja pir xweş dixwîne. Fermo lê guhdarî bikin. Hûnê pir jê hez bikin.

Lê kurd fêrî belaşiyê bûne, belaş li çîrokan guhdarî dikin lê kitêbê nakirin.

Malneketno carê jî destên xwe bavêjin ji bêrîka xwe da, metirsin, mar tê tune ye.

Min hewqasî pesnê qoseriyan da lê wer xuya ye ez pir optîmîst(xweşbîn) bûme.

Ev çend meh in hîn Antolojiyek jî ji Hêlîn Pirtûkê nekirîne; du(2) kitêbên Kerîm xoce di hustuyê wî da mane.

Nivîskarekî qoserî hewqasî pesnê Wêranşarê û wêranşariyan bida, wêranşariyan nuha bi sedan kitêbên wî kirîbûn.

Lê qoseriyan hîn kitêbeke min nekirîne. Belkî piştî gazina min a do yekî çûbe kirîbe.

Min sipasî Hêja Giyan kir, lê min ji bîr kir sipasî Keskesor TVê jî bikim. Keskesor TV sipasî û teqdîr ji her kesî bêtir heq kiriye. Hebûna kanaleke wiha ji bo zarokên kurd şansekî mezin e.Keskesor TV bi weşana van çîrokan karekî pir hêja û muhîm dike. Mala te ava Keskesor TV!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE