Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-05
Îro saet di 14.00 kongreya komela me li Folket Husê çê bû.
33 kes beşdarî kongreyê bûn. Ez bûm serokê dîwanê, Rojvan Yeşîl û Hesen Yoldaş
jî bûn alîkar.
Ji Federasyonê Sîdar, Azad û Celal hazir bûn.
Piştî kongre qediya ez, Nafî Çilgin, Osman Aytar û Wehbî Aydin bîstekê gerîyan,
wek her car me dîsa qala gelşên xwe û xebatên emê bikin kir.
Berî bi Zubêr ra bipeyivim bi Hemîd Newroz, Şiyar, Rezaq Fêlî, Nebî ra peyivîm, gişan gotin ew nikanin herin, karê wan heye. Lema min Zubêr şand.
Ji bo hazirkirina program û destûra Yekîtiya Nivîskarên Kurd saet di 15.00a da ez çûm mala Mahfûz Mayî. Kurmanciya program û destûrê min paqij nivîsûbû. Îro jî bi Azad, Xebat û Mahfûz ra me soraniya wê hazir kir. Ezê kurmanciya wê textîlo bikim
XXX
1996-05-05
Min kitêbeke zarokan ji swêdî wergerandiye kurmancî û wer di
kompîtora min da ye. Min îro derxist û rast kir. Kitêbeke pir xweş e.
Tema(mijara)
kitêbê: Dibê meriv ji ber xwe, ji ber şiklê xwe tu carî fedî neke, xwe biçûk
nebîne.
Ezê bi Elî Çitçî ra bipeyivim, heger çap bike ezê bidimê.
XXX
1997-05-05
Wer xuya dike li Tirkiyê eskerên dîsa dest deyne ser hukim. Dijatiya esker û
Refahê her ku diçe xerabtir dibe.
Bi baweriya min Refah bi rehetî hukûmetê xera
nake û daxwazên esker dixwazin bi cî nayne.
Ev yek jî dibe sebebê aciziya
eskeran. Lê kurd darbeyeke leşkerî napên.
Ez bawer nakim esker dîsa dest deynin
ser hukim, rewş, şertên dinyayê ji tiştekî wiha ra ne misaid e.
Hukûmet ya kê
be jî rewşa me ji ya nuha xerabtir nabe. Jixwe nuha jî di mesela kurdan da
esker çi dixwazin dikin.
Welhasil kî tê ser hukim ji yê din xerabtir e, giş jî
dixwazin me bindest bihêlin û bikin tirk.
1999-05-05
Ev çend roj in qet bala min lê nayê tiştekî binivîsînim, moralê min ne li cî ye. Xulqê min tuneye, canê min giran e.
Îro dîsa di nabêna gerîla û hêzên dewletê
da şerekî mezin derket.
Ligor nûçeyên tirkan heyşt û li gor Ozgur Polîtîka jî
hijde leşker hatine kuştin.
Ji ber ku MED TVê tuneye kes tiştekî nabihîze.Tirk
jî ji xwe zêde qal nakin. Lê heyşt bin jî dîsa derbeke mezin e.
Abûqatên Evdila Ocalan bi civîneke çapemeniyê ji rewşa Ocalan gazin
kirin, gotin ji me ra gotiye rojê psîkologekî tînin.
Îro li Diyarbekrê mahkima Sakik hebû. Di mahkemê da wek
carên berê tiştên xerab got.
Li alî din jî li hin kirinên xwe xwedî derneket, înkar kir. Bûye îtîrafçî, her
dibêje min efû bikin.
Lê ehmeq nizane ku teslîmîyet jî wî xelas nake. Bela sebeb xwe pîs dike, heyf…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar