04 maj 2022

Ax ji derdê nezaniyê !

 


Kitêba rojnamevanê tirk Yilmaz Ozdîl ya li ser Ataturk di 3 mehên destpêkê yên îsal da 200 hezar heb hatine firotin.

We şaş nexwend, di 3ê mehan da kitêbeke mêrik 200 hezar heb hatine firotin.

Milet ji destê hev direvîne. Weşanxane pê ra nagihîne çap bike.

Kitêba min ”Antolojiya çîrokên zarokan/Hebû tune bû”, çapa ewilî ev 8 meh in derketiye.

Ne bi sedhezaran, here were du hezar heb çap bûye, lê hîn jî neqediya ye, Xwedê zane ewê kînga biqede.

Li Kurdistanê û Tirkiyê bi milyonan kurd û zarokên kurd hene, lê di 8 mehan da 2000 hez kitêb naqede. Reqlama wê jî pir baş tê kirin.

Antolojiyeke wiha xweş meriv dikire û bi zarokên xwe dide xwendin.
Heger zarok nikanibin bixwînin meriv ji wan ra dixwîne.

Heger zarokên meriv tunebe, meriv dikire û diyarê zarokên merivekî xwe, yên cîranekî xwe dikde.

Bi perê kitêbekê meriv feqîr nakeve, lê dema bi hezaran kes kitêbê bikirin ewê fêdê bigihîje weşanxaneyê û nivîskar, ewê kanibibin çapên nuh bikin, kitêbên nuh biweşînin.

Lê ev şiûra piştgiriyê li ba kurdan pir zeîf e, kane bi hezaran lîreyî ji mîvanekî xwe ra mesref bike, lê belê destê wî naçe bêrîka wî kitêbekê bikire û diyarî zarokekî bike.

Ji nav 20-30 milyon kurdî heger 10 hezar, 20 hezar kurd kitêban bikirin, salê ewê bi hezaran kitêbên nuh çap bibin.

Lê nakirin. Lema jî kitêbên bi kurdî kêm tên firotin û ji ber ku kêm tên firotin zêde nayên çapkirin.

Ne şert e meriv her kitêba dikire bixwîne, bira li mala meriv hebe ya jî meriv diyarî dide nas, dost û hevalekî xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE