Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05-04
Komîteya partiyê bi hemû endamên xwe yên Swêd ra civînek
çêkir. Civînê li Jackobsbergê li lokala komeleyê saet di 12.30î da dest pê kir.
Rojeva civînê wiha bû:
-Agahiya di heqê înformasyonên Komîta Merkezî da.
-Kongreya komelê û siyaseta ewê komele di Federasyonê da bimeşîne.
-Agahiya di heqê Festîwala Xortan a Moskowayê da.
Minaqaşe li ser sê nuxteyan çê bûn.
1-Li ser agahiyên Seîd Aydogmuş di heqê Komîta Swêd da dabû Komîta Merkezî hat peyivîn.
2-Li ser derketina ji Yekîtiya Çep(Sol-Bîrlikê)hat peyivîn.
3-Li ser teşxeleyên nabên Seîd Aydogmuş û Xalid (Şêxmûs Cibran)hat peyivîn û gelek minaqaşe çê bû.
Li ser van hersê meseleyan jî gelek rexne li Seîd hat girtin.
Hin hevalan biryara Komîta Merkezî ya di heqê Xalid da şaş dîtin û Seîd Aydogmûş rexne kirin.
Xalid, Heyder Otlu û Osman Aytar pir çûn ser Seîd. Xalid nivîsa dabû Komîta Merkezî xwend û biryara Komîta Merkezî ya di heqê xwe da rexne kir.
Hesen Mizgîn got heval neheqiyê li Seîd dikin. Got dibê meriv şaşiyên Seîd rexne bike, lê dijminatî û kîndarî ne rast e.
Di minaqeşeyan da diyar bû dijminatiya nabêna Saîd û Heyder, Osman û Xalid kûr e, zahmet e bi hev ra bixebitin.
Bi baweriya min jî Saîd ne bêsûc e, gelek şaşî kirine, gelek agahiyên ne rast dane Komîta Merkezî. Baweriya min hema hema qet bi Seîd nemaye.
Min di civînê da ew rexne kir, min got agahiyên te li ser me daye Komîta Merkezî ne rast in û di mesela Sol-Bîrlikê da da jî te roleke xerab lîstiye.
Lê hevalên li dijî Seîd(Xalid, Heyder, Osman)bi vê şêla min ne razî bûn, dixwestin ez jî wek dijminatiya Seîd bikim û bi wan ra hereket bikim.
Xalid ji bo Saîd got, ”dibê heval li ser vî şexsî rawestin, ew ne merivekî samîmî ye.”
Haydar got: ”Ev îş ewê dom bike, hel nabe…”
Osman got:”Heger hêza min têrê bike ezê hesabê vê tasfîyeyê bipirsim. Ev mesala hêzê ye.Ez ji bîr nakim. Bira ev were zanîn.”
Min got heger ev şer û berberîya nabêna hevalan dom bike ev tê maneya perçebûna partiyê.
Mahmûd Kîper ji nişka ve nexweş ket, dewxa wî çû. Me ban ambûlansê kir, ew birin nexweşxanê.
Civîn saet di 19.00a da qediya. Me nûnerên Komelê yên Federasyonê tespît kirin.
XXX
1986-05-04
Îro şemî ye, li mal im. Mueyid Teyib telefon kir, em li ser wexta civîna
redaksîyona Berbangê peyivîn. Me li hev kir, emê civîna redaksîyona Berbangê
roja îniyê saet di 17a da li komela Koçkakê(koemeleya hevalên KUKê ye) çêkin.
Di vê civînê da emê xet û siyaseta Berbangê ya weşanê minaqaşe bikin.
1989-05-04
1989-05-04
Tayfûn(Malmîsanij)bi minasebeta kitêba xwe û Lewndî ez,
Mumtaz(Nîmet Aydin), Mûrad Ciwan, Faris Medenî Marsîl, Mahmûd Lewendî, Selam(Yasar
Abduselamoglu)dawet kiribû.
Piştî bîstek sohbetên xweş minaqaşeyên ne xweş dest
pê kirin. Yê minaqaşe dikir jî Selam bû. Min dît sohbet ne xweş e ez zû rabûm.
Dûra min bihîst di nabêna Tayfûn û Selam da minaqaşeyeke ne xweş çê bûye, tu
nemaye dilê hev bihêlin.
Çaxa ez li wir bûm Selam û Faris jî peyvên ne xweş ji
hev ra gotin. Minaqaşeyên wiha ne xweş in, heta ji min were ezê hevza xwe jê
bikim.
XXX
1997-05-04
*Ev çend roj in artêşa tirk dîsa êrîşî Kurdistana başûr dike.
Li gorî xeberên medya tirk li dora 50 gerîla kuştine.
Ev reqem ne rast be jî
gelek gerîlla hatine kuştin û şerekî giran heye.
PKK baş li ber xwe dide. Bi
baweriya min dibê kurd giş, ne kurdên Tirkiyê tenê, kurdên Îraqê, Îranê û
Sûriyê hêzên xwe bikin yek û bi hev ra şerê Tirkiyê bikin.
Ji ber ku heta
kurdên Kurdistana Tirkiyê rizgar nebin, ya jî mafekî netewî bi dest nexin
Tirkiye tu carî rehet nasekine, tu carî bela xwe ji kurdên tu beşî venake. Êdî ez
gihîştime vê qenaetê.
Ji bo ku kurd kanibin li beşekî Kurdistanê mafekî bi dest xin, dibê zora
Tirkiyê bibin, dibê Tirkiye were rê.
Çimkî Tirkiye ne tenê mafê kurdên bakur
nade, nahêle li beşekî din jî kurd mefekî bi dest xin, ya jî serxwebûna xwe
îlan bikin.
Îraq şerê kurdan neke jî Tirkiye rehet nasekine, ewê şerê kurdan
bike. Li kîjan beşê Kurdistanê be ji bo tirkan ferq nake.
*Do min du nivîs ji bo weşanê dan Firat Cewerî. Yek
werger bû, ya din jî min li ser romaneka nivîskarê swêdî Jan Frîdegard tiştek nivîsî ye. Jan Fîdegard nivîskarekî sinifa karker e, di nava karker, kesên çep û sosyaldemokrat pir jê hez dikin. Berhemên wî piranî li ser kesên gerrok, hejar, feqîr e. Qala Swêd dema feqîriyê, sedsala 19-20a dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar