03 maj 2022

Kemîna rûviyê qol

Rûvî di nava qîşekî* da li nêçîrekê digeriya, dêla wî di av du keviran da ma. Kir ne kir dêl derneket, ji mecbûrî dêla xwe ya pir jê hez dikir qut kir, bû rûvîyekî qol.

Pir çû, hindik çû, rastî rûvîyek hat. Rûvî bi meraq jê pirsî:
-Bira, ma te dêla xwe ji bo çi jê kiriye ?
Rûviyê qol got:

-Wiha pir xweştir e, bêdêl ez xwe pir bextewartir his dikim. Berê dêl li serê min dibû bela, pûş pelaş pê ve dizeliqî, di deran diaqliqî. Ez ji wan gelşan xelas bûme, kêf kêfa min e.

Piştî van gotinên rûviyê qol, rûviyê din jî çû dêla xwe jê kir.

Dema dêla xwe jê kir, pir êşiya, janê da dilê wî. Lema jî ji dêlî kêfxweş û bextewar bibe, pir xemgîn bû.

Çû ba rûviyê qol, bi hêrs jê ra got:

-Çima te derew li min kir? Ez bi dêla qol kêfxweş nebûm, di ser da canê min pir êşiya.

Rûviyê qol got:

-Heger tu viya ji rûviyên din ra bibêje ewê dêlên xwe jê nekin û tim henekên xwe bi me bikin. Ya baş tu pesnê qobûnê bidî, ji bo ew jî dêlên xwe jêkin.

Herduyan li hev kirin, qela xwe kirin yek rastiyê ji rûviyên din ra nebêjin, ji wan ra bibêjin qolbûn baş e, pir xweş e, meriv pê dilşa dibe.

Gerîyan û bi derewan pesnê qoliyê dan.

Bi vî hawî piştî demekê piraniya rûvîyan xapiyan, wan jî weke wan dêlên xwe jêkirin, xwe qol kirin.

Piştî ku rûviyên qol bûn piranî, îcar wan henekên xwe bi rûviyên bi dêl kirin, ezîyet û azar dan wan. Ji ber ku êdî bûbûn piranî.

*Qîş: Erdê giş kevir e, asê ye, cot lê nabe, nabe zevî, pel û pincar û gîha lê hişin nayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE