03 maj 2022

Şev çiqasî dirêj be jî mahkûmî qedandinê ye

Şevek dîsa qediya, dîsa bû roj. Şev çiqasî dirêj be, çiqasî tarî be jî mahkûmê qedandinê ye, di dawyê da roj hil tê, dinya ronî dibe.

Rewşa me ya nuha wek şevek tarî ye, çiqasî dirêj be jî ewê biqede, emê berbangê, rojê û ronahiyê bibînin. Gerek em reşbîn û bêhêvî nebin.

Vêsê min hîn bala xwe nedaye platformên medyaya sosyal, nizanim li ser me kurdan çi ilm û xeber hene. Hêvî dikim xeberên xerab tunebin, yên baş û dilşakir hebin.


Hîn destpêka rojê ye, meriv nizane ewê çi biqewime. Bi hêviya em kurd xeberên xweş bibihîzin.

Dibê meriv tim li dû xwe nenêre, tim li serborî û serpêhatiyên xwe nefikire, ji wê zêdetir li rojên pêş, li tiştên merivê bike bifikire û plan bike.

Yekî gotiye jiyan wek neynikê ye, tu pê ra bimizicî, ewê jî bi te ra bimizice. Heger meriv bi neynikê ra bigrî, ewê jî bi meriv ra bigrî.

Lema jî sibehê dema meriv ji xew rabû dibê ne bêhêvî û reşbîn be, pozîtîf be, bi hêvî be. Do çû ye, em nikanin biguherînin, lê îro di bin kontrola me da ye, em kanin îro tiştekî baş, rind bixuliqînin.

Bextewariya jiyanê hinekî jî girêdayî şiklê fikirandina meriv e, pozîtîfî, bihêvîbûn li kara meriv e. Her sibe destpêkek nuh e, dibê meriv pozîtîf lê binêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE