27 maj 2022

Lawo hûn bêminet in, hema çi ji destê we tê qe texîr nekin !

Dawiya gefên tirkan nayê, ge Erdogan gefa dagirkirina Kurdistana rojava li kurdan dixwe, ge Çavuşoglu.

Piştî zirta Erdogan ya sê roj berê, ewê 30 km rojava dagir bikin, nuha jî wezîrê karên derve Mevlût Çavuşoglu zirtek daye xwe, gotiye ” Em nikanin li bende bin ewê kînga êrîşî me bikin. Em nasekinin, çi pêwîst be emê bikin.”

Lawo hûn bêminet in, hema çi ji destê we tê qe texsîr nekin. Hûn çi dikin bikin. Hûn me qir dikin, qir nakin hûn bi kêfa xwe ne...

Jixwe gava hûn bikanibin êrîş bikin û hûnê zirarê nebînin hûn sanîyakê jî nasekinin.
Heger hûn nuha êrîş nakin ji ber ku hûn nikanin, ji ber ku Amerîka destûrê nade we, Amerîka ji we ra dibêje rehet bisekinin, zirteboziyê nekin, ya na ezê tiliya xwe li çavê we xim. Ji bo wê jî hûn êrîşî rojavayê Kurdistanê nakin, êrîşa xwe texîrî rojeke ji we ra lê bê dikin.

Em hevdu baş nas dikin, kîjan rojê ji we were, hûn bikanibin hûnê koka me biqelînin, tiştê we anî serê êrmeniyan, hûnê deh qatê wê bînin serê me. Û ji xwe kiriye jî, ev sed sal e em di bin jenosîda Tirkiyê da ne.

 

XXX

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji MHPê û AKPê ra gotiye heger hûn cidî ne û derewa nakin pêşniyara derketina ji NATOyê bînin meclîsê emê piştgiriyê bidin pêşniyara we. Em ji xwe bi ruhekî "Kuvayi Millî axa welatê xwe diparêzin û li dijî Natoyê ne.

Şikir ez qet li telewîzyonên tirkan, li minaqaşeyên wan temaşe nakim, lê di medyaya sosyal da hin peyvên wan, hin beyanên wan bi ber çavên min dikevin.

Dixwazin bi zirtan kurdan, cîranên xwe bitirsînin. Gav û saetê ji Ewrûpayê ra, ji kurdan ra dibêjin, xwe bidin alî em hatin !

Li gorî wan her kes dijminê wan e. Tirkiye civateke nexweş e, tedawiya tirkan, medenîbûna tirkan girêdayî azadî û serxwebûna kurdan da ye. Hetanî Kurdistan çênebe tirk ji vê sendromê xelas nabin.

Tirkiye bûye wek tîmaxanê, gudarîkirina wan ne karê aqil e. Bûne wek gurê manco, her kes hevza xwe ji wan dike, ji ber ku ew jî bi viya zanin dîn dibin. Her ku xwe dîno-mîno dikin bêtir dibin pêkenînên dinyayê.

XXX

Li telewîzyonên tirkî temaşe nekin, guh nedin gef û minaqaşeyên tirkan.Taqîbkirina minaqaşeyên tirkan moral û psîkolojiya meriv xera dike. Guh nedin zirtên wan, hûnê rehet bikin. Bi taqîbkirina tirkan em tiştekî bi dest naxin, merazarî dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE