Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-27
*Min îro li komela Koçkakê bi komelan ra civîn çêkir. Her
komelê dîtin û pêşniyara xwe got. KUKê got, komelên berê di komîta karger da ne
û kar nekirine em careke din bi wan ra kar nakin. Bi viya qesta wan YEKÎTÎ bû.
Wehap Serîn got, bê Keya îzol ew bi her kesî ra kar dikin.
Hemîd Newroz got, ew hêzên 3-4 komeleyên wan hene em bi wan ra kar nakin.
Rizgarî got, em jî piştgiriya vê pêşniyara Hemîd dikin.
Emê li hev bikin lê xebat lazim e, dibê em hin kesan îqna bikin ji bo dijminatiya hev nekin. Gerek komele giş bi hev ra bixebitin, ya nabe, gerek veto tunebe.
*Ez û Mumtaz(Nîmet Aydin)bi hev ra ji civînê derketin. Li Kungstradgardenê em rastî Osman Aytar, Uzêr Al, Abîdîn Alkakoyun, Nedîm Dagdevîren hatin. Em bîstekî bi hev ra peyivîn. Abidîn li ser niga ji Osman ra got, ”dibê em bibin yek”. Got vê jimara Armancê bixwînin, li ser yekîtiya partiyê nivîsên muhîm tê da hene.
Min jê ra go, dema hin hevalên te ji me veqetiyan, gotin,
”laîlaheîllela Mihemed Resûlella” !
Û dema me digo werin, digotin me berdin
yaho, ma hûn nahêlin em şerefa xwe, namûsa xwe jî xelas bikin ?
Nuha qe nebe we
şerefa xwe xelas kiriye.
Kesên nuha yekîtiya partiyê dixwazin dibê bibêjin çi
guherî, ji bo çi nuha dibêjin werin em dîsa bibin yek?
1996-05-27
Îro duşemîye lê tahtîl e, kar tuneye. Ez hetanî dereng
raketim. Dûra jî min karekî berbiçav nekir.Tiştê min kir min hinekî xwend û
dûra danê êvarê çûm ba Yilmaz(Selîm Bakac). Ji xwe dera ez pê da herim aşxana
Yilmaz e, bûye wek mekanê bînvedana min.
XXX
2001-05-27
Merheba !
Birêz Alan, min bersîva te xwend. Heger tu rastiyê dixwazî
ez hinekî mit û mat mam. Te gotiye, ”Di destpêka nameya xwe de hûn dixwezin ji
min pirsekê bikin. Lê hûn ji min tishteki napirsin, lêbelê hûn dadidin ser
min.”
Diyar e ya te nameya min baş nexwendiye ya jî tu ji kurdiya
min fêm nakî. Çimkî min pirs ji te kiribû û wa ya te jî bersîva min daye. Min
di nameya xwe da gotibû:
”Min xwest ez tiştekî ji te bipirsim: Gelo ji bo çi tu
herfa "ş" bi şiklê "sh" dinivîsînî?” Ma qey ev ne pirs e?
Ya din te gotiye ”hûn dadin min.” Min ne ji vê gotina te
tiştek fêm kir û ne jî maneyek dayê.
Çimkî min fêm nekir ”hûn dadin min” tê çi maneyê. Maneya lêkera ”dadanê” ya ez
dizanim, meriv agir dadide ya jî tiştekî direvîne. Yanî meriv dadide tiştekî û
direve. Gelo qesta te çi ye û tu dixwazî çi bibêjî?
Dîsa te gotiye, ”Em hên hevdu nas nakin û me hên jî hevdu
nedîtiye.”
Ji bo rexnegirtin ya jî pêşniyarekê ma divê meriv hevdu nas bike û çay û qehwê
bi hev ra vexwe?
Li gor baweriya min divê şertekî wiha tunebe. Û ya din, te bi xwe jî di nama
xwe ya agahdariyê da gotiye, ”jibo dîtin, pêshniyaz û rexneyên we sipas dikim.”
Wek tu jî dibînî, di vir da tu şertekî hevnasînê tunye. Yanî dema meriv
rexneyekê li tiştkî, li karekî yekî bigire ev nayê wê maneyê ku meriv hemû
xebatên wî jî pîs dibîne û rexne dike.
Û ya din jî ji bo bikaranîna mafekî wiha
ne şert e ku divê meriv berê hevdu baş nas bike û dûra jî hemû berhemên hev
bixwîne. Çimkî te gotiye:
”Ez niha dibînim, ku hûn jî ji min re nameyekê dishînin, lê mixabin ew ne jibo
teshvîk kirinê, lê jibo dadanê ye. Ligor vê nivîsê we ez têdigihêjim, ku hûn ne
min bi tenê, lêbelê berhemên, xebatên min jî nasnakin.”
Birayê delal, rast e, min 30 kitêbên te ne dîtine û ne jî
xwendine, lê min li ser wan tiştekî xerab jî negotiye. Dibe ku berhemên gelkî
baş bin. Ev tiştekî din e. Min tenê gotiye
tu çima bi elîfbeyeke cihê dinivîsînî?
Hewqas. Min ne dijminatiya te kiriye, ne jî berhemên te biçûk dîtine.
Te gotiye ku: ” Heta hiro min gelek hewilda, ku ez we
nasbikim, jiber ku min xebatên we wek giranbiha dinirxandin. Her tishtên we yên
ku bi dest min diketin, min bi balkêshîdixwendin û ez bawerdikim ku min carekê
jî têlefone we kir û hûn pîroz kirin.”
Nuha ez çi bibêjim? Ji bo ku we ji
berhemên min hez kiriye û xwendiye mala we ava û gelek spas. Û carê we telefon
jî kir, ew jî rast e. Lê belê ev nêzikayî û dostanî dibê nebe wek bertîl, ku
ezê nikanibim rexneyekê li karekî te bigrim ya jî ji kêmasî û çewtiyeke te ra
nebêjim çewt. Dixwaze tiştên ez dibêjim bila ne rast bin jî. Yanî rexne ne tenê
ji bo dijminan heye, divê dost jî biwêribin hevdu rexne bikin.
Em werin ser mesela xwe. Te gotiye, ”tîpa "sh" li
ba min "<,t,h,o,r,n,>" bi heft tîpan tê nivîsandin. Jiber ku
liser komputera min fontên tirkî tunene.” Lema tu wiha dinivîse. Dîsa di dereke
din da jî te gotiye, ”Jibo ku ez mecbûr mayîme ( mecbûr mame/zinar) û bê çare me
min wisa nivisîye. Heger hûn di warê teknikî da dixwezin alîkarîya min bikin,
ezê dê ji we re sipas bikim.”
Birayê dela, ez bi xwe ji vî karî qet fêm nakim, dema hewce
be heval alîkariya min dikin. Lê belê li gel vê jî ez dizanim ku bidestxistina
fontên tirkî û kurdî pir hêsan e. Hema tu dikanî herî malpera Arif Zêrevan
NEFELê, di wir da him klaviye, him jî fontên tirkî û kurdî hene.
Li jêr ez ji te ra him fontên kurdî û
him jî navnîşana Nefelê dişînim. Wekî din tu dikanî bi telefonê jî ji Arif
alîkariyê bixwazî. Helbet heger mesele tunebûna ”fontên” tirkî bin. Ji ber ku
di eynî nemeya xwe da te gotiye, ”Heta hiro(?) min ji 30î zêdetir pirtûk amade
kirine û di hemûyan de jî min "sh" wek tîpa tirkî nivisandiye û wê jî
rast dibînim.”
Wek tê zanîn, elîfbeya kurdî 31 herf in û fonetîk e, yanî
her herfek hemberî dengekî ye. Ya Îngilîzî û hin zimanên din çaxa dengek bi
du-sê hefan tên nifîsandin ji ber ku ew ne fonetîk in.
Yanî bi kurtayî di vî
warî da divê meriv xwdî zanîn be. Û ji her tiştî girîngtir jî divê meriv bi
serê xwe bi elîfbay miletekî nelîze. Jixwe heqê meriv jî tunye. Ez bawer nakim
li ba miletekî din tiştekî wiha bê munaqeşakirin.
Ez ji e-mailên te qet aciz nebûme. Ez nizanim tu çawa
gihîştiyî qenaeteke wiha.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Stockholm
XXX
2015-05-27
Alî Kemal Yildirim nivîseke Mûrad Ciwan a li ser Şerê Çaldiranê kuştina gelek
elewiyan rexne kiriye, gotiye rast e osmaniya bi hezaran elewî kuştine.
Min nizanîbû Alî Kemal ”Dogan” e. Di salên 1980î da dema li Swêd bû, hîn neçûbû
Îngilîstanê navê wî Dogan bû. Lê diyar ew naznav bûye, navê wî yê rastî Alî
Kemal bûye.
Min îro ev nivîs jê ra şand_
”Alî Kemal merheba!
”Dogan”, birayê delal, te ez nas dikirim lê min nizanîbû ”Alî Kemal Yildirim”
tu yî.
Min îro li profîla te nêrî, min fêm kir. Min digot belkî navê te yê rastîn
”Dogan” e û ”Alî Kemal” jî naznavê te ye. Loma jî min dikira rexne li navê Alî
Kemal” bigirta.
Lê ji hevalekî fêr bûm ne wiha ye, navê te yê rastî ”Alî Kemal” e.
Ma tu dibêjî him ”Alî”, him jî ”Kemal” hinekî ne zêde ye…)?
Gelek silavên biratiyê Rexneya te li Murad Ciwan girtiye rast e û di cî da ye.
Murad nuha li dû pera û menfaeta xwe ye, geh xwe nêzî Gulen dike, geh jî xwe
nêzî AKPê dike. Lê bi kurdan ra îdeolojî û pûsûla nemaye, dîsa jî didin ser
serê xwe.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar