28 maj 2022

Tirkiye bûye dewleteke rêbir û bela

Roj tune ye serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrê karên derve Çavuşoglu bela xwe di welatekî nedin, gefa çavsoriyê li welatekî nexun.

Erdogan û Çavuşoglu ev çend roj bûn bela xwe di kurdan, di Kurdistana rojava, di Fînlandîyayê û di Swêd didan. Gotin emê êrîşî rojava bikin.

Li hemberî endametiya Fînlandîya û Swêd a NATOyê astengî derxisyin, di bin ra ji Swêd û Fînlandîyayê çend quriş xwestin, bi hin virên bêbinake xwestin tiştekî ji van welatan biçirpînin.

Wer xuya dike di van gefan da dewla ”serokê mezin” û Çavuşoglu bi avê neket, gefên wî pere nekir.

Amerîkayê tiliya xwe jê ra li ba kir, azarek dayê, got rehet bisekine ya na ezê te poşman bikim.

Li ser vê, balona ”serokê mezin” zû teqiya, gefên wî û Çavuşoglu vala derketin, ne diwêrin êrîşî kurdan bikin, ne jî kanin rê li ber endametiya Fînlandiya û Swêd a NATOyê bigrin.

Ji bo wê nuha jî bela xwe di Yûnanîstanê dane, Mevlûd Çavuşoglu ji Yûnanîstanê ra gotiye, ”Em pir cidî ne, em blofê nakin”!

Kuro çawa hûn blofê nakin?
Blof û gef karê we ye, we gef û blof ji xwe ra kiriye karekî millî, riya debarê.

Hûn li herêmê bûne Dumrulê Dînê rêbir, we serê pirê girtiye, ji yê ji ser derbas bibe jî hûn pera dixwazin, ji yê derbas nebe jî.

Rêbirî, korsanî, şêlandin sinetekî we yê bav û kalan e, ji berê û ber da ye hûn vî karî dikin. Pêşiyên we heta bi zarokên xwelkê jî direvandin.

Hûn gurrî bûne xwe di dîwaran didin, hûn dibêjin belkî em çend qurişan ji hinekan biçirpînin.
Cîranê hûn pê ra li hev in, dost in tune ye, hûn bûne wek boxeyê azirî, hûn êrîşî her kesî dikin.
Nuha jî hûn gefê li Yûnanîstanê dixun.
Hûn bûne bela herêmê, xelk fedî dike bi we ra têkeve lecê. Hema heta ji we tê bikin birre, kes ehemîyetê nade gefên we…

XXX

Siyasetmedarên ewrûpî her ku serî li Erdogan mezin dikin mêrik pirtir aşûnî û har dibe û bi canê wan dikeve, çavsoriyê li wan dike, xûgiyê ji wan dixwaze.

Serokên ewrûpiyan gerek serî li Erdogan mezin nekin, merivê ne layiq meriv qedir bidê aşûnî dibe, wek qantira dide zîtika.

 

XXX

Ekrem Îmamogluyê pantirkîst li Wanê bi coşeke pir mezin hatiye pêşwazîkirin.

Kurd tam bûne qewmekî mankurt, kî neyartiya wan bike xwe dikin qurbana wî.

Ekrem Îmamoglu hîn do bû got ”ez sadiqê Topal Osman im.” Bi destê Topal Osman bi sedan, belkî jî bi hezaran kurd û êrmenî hatine qetilkirin.

Lê kurd li Wanê dîsa jî vî qatilê xwe didin ser serên xwe.

Ji miletê dost û dijminê xwe ji hev negerîne tiştek sadir nabe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE