26 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -131-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-26

Îro gelkî nerehet bûm Mahmûd Kîper saet di 11.30î da telefonî min kir, got kes tune here kongra komela AKSA, heger tu kanibî herî baş dibe.

Min telefonî Sîdar û Azad kir herdu jî ne li mal bûn. Ji mecbûrû ez çûm. Kongrê nêzî saetekî dereng dest pê kir. Li bende hevalê xwe bûn. Gelek kes nehatin. 16 kes beşdarî kongê bû. Yek mîvan bû, heqê wî yê dengdanê tunebû.

Nazim û Nebî Bal jî endamên komeleyên din in, lema wan jî deng neda. Man 13 kes. Bi 13 endaman nikanin beşdarî kongreyê bibin, dibê jê ra çareyek were dîtin. Ya jî kongrê dubare bikin.

Saet di 17-00a da çûm kongreya TKP (B) û mesajek da wan. Di şevê da sekreterê partiyê peyivî. Ev cara ewil bû min ew didît û lê guhdarî dikir.
Min qet texmîn nedikir ewê merivekî hewqasî bêsewiye be. Pir pesnê apociyan da û ji hêzên din ra gotinên ne xweş kir. Axaftineke ne baş û tevlihev kir.
Bi tirkî jî baş nizanîbû. Fena ku ereb bû. Li gorî baweriya min TKP (B) bi vê şevê ji xwe rad ost çênekir. Dîtina çend kesan ev bû: ”Baş bû me bi çavên serê xwe ev camêr dît û ew naskir.”

 XXX

1996-05-26

Ez îşev mîvanê Abid Dundar bûm. Ban çend hevalên din jî kiribû. Ji êvar da Mistefa(Riza Polat)dixwest bi min ra li hev were. Fena ku ji tiştê kiriye poşman bûbe. Min tiştek negot, me sohbet kir, meriv kane bibêje em li hev hatin. Wî xwe ji min xeyidand, nuha jî poşman bûye.

Kitêbeke zarokan ji zûda ye min ji swêdî wergerandiye kurmancî, îro min ji Elî Çîftçî ra şand, ji bo ku ji bo çapê lê binêre.
Min pê ra mektûbek jî şand. Min jê ra got, heger kitêb ket serê te û te xwest wê biweşînî, xeberê bide min, emê li ser bipeyivin. Û gava tu nexwezî çap bikî, paşda ji min ra bişîne.

Vê mehê deyn giş bi ser hev da hatin. Nizanim ezê çito bikim, çawa li hev ragirim ?
Ax ax, xwezî ez zengîn bûma, wê demê minê nîşan bida meriv pera çawa xerc dike !

XXX

1997-05-26

*Min telefonî Mîrhem Yîgît kir û êrîşa wan a do şermezar kir. Min çavên xwe girt û devê xwe vekir. Min jê ra got, te ço dabûn destên peyayên xwe û şandibûn ser me. Ji bo wê jî tu û kesên wek te nehatibûn, çimkî we peyayên xwe yên şerkar şandibûn. Eferim ji w era!

Min got, ya din jî dibê meriv baweriyê qet bi we neyne. Vê êrîşê jî nîşan da , tiştê hetanî nuha te ji min ra digot giş siyaset bûye, dibê meriv bi we nexape.

Ez tije bûbûm, min gelek tiştên din jî jê ra gotin. Lê Xwedê heye, camêr qet xwe nexeyidand, got heqê te heye, dibê ew bûyer nebûya.
Got haya min jê tuneye, hedîse spontan bûye.
Min jê ra got ez du caran bi Wehab Serîn ra peyivîm, min jê rica kir ji bo ku şer dernexin, bi hawakî medenî firên xwe bibêjin.

Lê bi hazirî hatibûn ji bo ku şer derxînin, ne ku minaqaşe bikin. Çoyên wan di bin çengên wan da bûn. Lema jî tu nikanî min îqnî bikî ku ”hedîse spontan bûye.” Min darên di bin çengên wan da bi çavên serê xwe dîtin.

*Heyder Otlu li ser êrîşa apociyan got, xwezî li Lutfî Baksî nexistana. Lê êrîş rast didît, digot vana ”faşîstên kurdan e, dibê meriv li wan xe.  Got, ”ez li wir bûma minê li Emer Çetîn xista.”

Ez li dij derketim, min got tu pir şaş difikire, dibê meriv meselê reş û sipî nebîne.
Min got, pir ne dûr e Mesûd Barzanî û Evdila Ocalan sibe li hev werin. Heta ew û Şerafetîn Elçî jî kanin di hilbijartinan da bi hev ra tifaqê çêkin.

Got Emer Çetîn çûye teslîm bûye, nuha hatiye siyasetê dike, dibê meriv qebûl neke. Heqê kesên wiha tuneye siyasetê bikin.

Min got Siraç Bîlgîn jî di mahkimê da tiştên ji yên Emer xerabtir gotin, got ez kemalîst im. Heta çend meh berê bi Hesen Mizgîn ra di komîta partiya Şerafetîn Elçî da bû û wî jî eynî siyaset diparast.
Lê îro wa ye hevalê PKKê ye. Lê guh neda gotinên min, tim a xwe got.

XXX

1999-05-26

Fatîh Altayli di quncikê xwe yê Hurrîyetê da heqaretên pirr mezin li Abdullah Ocalan û li PKKê dike.

Raste rsat xeberan dide, dibêje ”bêşerf, adî ” û gelek peyvên ne xweş yên din. Min bi e-maîlekê bersîva wî dayê, çend gotin jê re gotin.

Mahkima Ocalan 31ê mehê dest pê dike, lê abûqatên wî jî dibêjin parastina xwe neqedandiye, lema jî dixwazin tarîxa mahkimê paşde bavêjin. 

Esas çandakî berê gotibibûn parastina xwe qedandiye, heta gotibûn 110 rûpel e û teslîmî me kiriye. Lê nuha jî wiha dibêjin.

Ez dibêjim parastina wî ne baş e, abûqat dixwazin wî îqna bikin ji bo ku parastineke baş bike. Ya jî hukûmet qebûl nake, dixwaze Ocalan biguhere.

Ya din çend roj in Ahmed Okçûoglû ne xwanê ye. Belkî jî ew û Ocalan li hev nakin.
Çimkî Ahmed Okçûoglû dixwaxe Ocalan parastineke baş bike, serê xwe netewîne, di çarçaweyeke siyasî de mafê miletê kurd bi mêranî biparêze.
Bi qasî ez fêm dikim Evdila Ocalan jî viya qebûl nake, dixwaze parastineke li gorî dilê dewletê bike.

XXX
2015-05-26

Merhebe kekê Mistefa!
Gelek silavên biratiyê. Mistefa, Murad Ciwan ne ”kurd aydinî” ye û ne jî hêjayî ”sayin” iyê ye.
Ew merivekî pûlperest e, geh hevalê Gulen e, geh hevalê Erdogan e. Ji bo ku di TRT6ê da kar bidinê xwe, dîroka xwe û îdeolojiya xwe înkar kir.
Ji bo dewlet kar bidê wek Orha Kotan dest bi teoriya ”bi milyonan kurd û tirk bûne zava û xezûrên hev” û  got ”loma jî ”parastina Kurdistana serbixwe ne rast e.”
Bi Mîroglu û Yasîn Aktay ra radibe û rûdine û ji Turkiye Stratejîk Araştirmalar Merkezî ra semînran dide.
Gava meriv li face û twîttên wî dinêre mêrik wek berendamekî AKPê dipeyive.
Bi dîtina min merivekî wiha û xwediyê dîrokeke pir xerab ne hêjayî wê xîtabeta te ye.
Heger sekreterê partiyeke ji başûr piştî îstîfa xwe biçûye Bexdayê û di telewîzyona dewletê da bixebetiya ma kurdên başûr û me yê çi nav lê bikira?

XXX
2015-05-27 11:56

Mustafa Ozçelik: Merheba kekê Zinar..ew tiştên ku Murad dibêje, îro jê xerabtir HDP, PKK û Ocalan dibêjin...ez dibêjim dîsa jî meriv zêde meselê hişk neke çêtir e...bila fikir cuda bin...lê dê Kurdên ku wenî bifikin jî hebin...divê em heta ku bikaribin aliyê nerm kirinê bin..ne yê hişk kirinê...bimîne di xweşîyê de...

silav...

2015-05-27 13:45

Bersîva min:
Kekê Mistefa, te Ocalan, HDP û PKK wek numûne nîşanî min daye, fena ku ez wan diparêzim ya jî hevalê wan im.
Û li aliyê din jî Murad Ciwan rexne dikim. Mim wisa fêm kir.
Lê heger ne wisa be jî numûneyeke ne rast e. Min di jiyana xwe da tu carî Ocalan neparastiye, lê bi dehan nivîsên min yên pir giran di heqê Ocalan da hene.
HDP jî ji rojava ava bûye ez li dij im û min rexne kiriye, min gotiye bi HDPê dixwazin kurdan bikin tirk.
Û PKK jî gava pêwîst bûye min bi tundï rexne kiriye.
Bi sedan rexneyên min li ser PKKê hene.
Ne mimkûn e ku tu viya nizanibî.
Bi dîtina min ne rast e meriv xeraban ji ber ku hinên ji wan xerabtir hene biparêze ya jî çavê xwe ji kirinên wan ra bigre û dîroka wan bide aliyekî.
Heger em xerabên nêzî xwe biparêzin ya jî xweş bibînin, yên din jî ewê li xerabên nêzî xwe xwedî derkevin.
Kî dibe bila bibe, min tu carî hevalbend, dilsoz û hevakrên dewletê û hukûmeta AKPê û tirkan neparastiye û bi çavê ronakbîran li wan nenêrî ye.
Lê helbet herkes di ray û helwesta xwe da azad e û em ne mecbûr in hevûdu îqna bikin.
Min tenê wek hevalekî ku ji te hez dikim ew hurmeta te ya ji wî merivî ra rast nedît.
Lê careke din îşê xwe jê neynim…
Gelek silavên biratiyê…


Mustafa Ozçelik:Spas kekê Zinar...na qesda min ew bû ku, HDP û pkk ciqwas tiştek ji kurdayetiyê dûr dibêjin jî,em wan dîsa jî bi tolerans rexne dikin...ez dibêjim mesela murad jî wenî be Baştir e...gotina "rewsenbirê kurd" normal e...ne parastina her tiştê murad e...û dîsa jî spas jibo pêşniyarî û îkazên te...

silav...
bimîne di xweşîyê de...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar