25 maj 2022

Medreseyên me jî êdî bûne hêlînên asîmîlasyonê


Berê medreseyên Kurdistanê derên, mektebên herî kurdî û Kurdistanî mabûn, dewletê destê xwe nexistibû nav wan, perwerdeya medreseyan xurrî bi kurmancî bû.

Seyda û feqeyên medreseyan asîmîle nebûbûn, seydayên kurd bi kurmancî ders didan feqeyan.

Di medreseyan da feqe ziman û edebîyata kurdî fêr dibûn, klasîkên kurdî nas dikirin û dixwendin.
Lê nuha dewletê medres jî kirine hêlîna pantirkîzmê û aşê asîmîlasyonê.  
Do li Diyarbekrê 100 xwendekar ji "Medreseya Suffe” bi merasîmeke bi hêl û mêl  îcazeyên xwe girtin.

Brokrasiya tirk, giregirên dewleta tirk û neyarên kurdan hemû li wir bûne.

Di merasimê da gotinek jî bi kurdî nehatiye peyivandin, her tişt bi tirkî bûye.

Xwedê giravî medreseya kurdî ye, xwendekar kurd in, lê merasim bi tirkî bûye, peyveke kurdî ji devê kesî derneketiye. Ev skandal e !

Min navê ”suffe” meraq kir. Li gorî Googlê, dema Mihemed Pêxember li Medîneyê bûye, li kêleka dîwarê Mescîda xwe holikek ava kiriye, ji bo ku însan di bin siya wê da rûnin. Navê wê holikê li medreseya Diyarbekrê kirine.

Bi zanetî navekî kurdî, navekî ji tarîxa me, ji edebîyata me li medresê nekirine, navekî erebî, ”suffe” lê kirine.

Kurdê bi erebî nizanibe û haya wî, wê ji tarîxa Îslamê tunebe nizane ”suffe” çi ye?

Dijminên me bi zanetî viya dikin, tiştên wiha nîşanên asîmîlasyonê ne. Dijminên me naxwazin navên, sembolên kurdayetiyê, Kurdistanê tînin bîra meriv li dem û dezgehên me bin, dixwazin bi navên biyanî û bi zimanê biyanî me bikin xerîbên zimanê xwe, kultura xwe, tarîxa xwe.

Lê çi heyf hin kes û meleyên bûne zilam û xulamên dewletê û Erdogan ew jî dibin aletê vê asîmîlasyonê,  zarok û xortên kurd asîmîle dikin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE