25 maj 2022

Tiştê ji tirkan ra heq e ji me kurdan ra qebhet e !

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo ku têkiliyên Tirkiyê û Îsraîl xurttir û baştir bibin bi qefleyeke mezin çûye Îsraîl.

Mevlûd Çavuşoglu û wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd li Orşelîmê(li Qudsê)bi hev ra civîneke çapameniyê çêkirine. Çavuşoglu gotiye:

”Em dixwazin di gelek waran da pêwendiyên xwe bi Îsraîl ra nuh û xurt bikin û ji nuha û pê da mekanîzmayên cuda ava bikin."

Ji xwe ev demeke trafîka nabêna Tirkiyê û Îsraîl pir zêde bûye. Piştî 15 salan dawiya quretiyê û fortan hat, nuha diçin xwe davêjin bextê hukûmeta Îsraîl, dixwazin nabêna xwe xweştir bikin, belkî Îsraîl di hin waran da alîkariyê bi wan ra bike. Çimkî perîşan bûne, ji kevir û nermtir hema çi bi destê wan keve.

Mevlûd Çavuşoglu ji bo têkiliyên Tirkiyê bi Îsraîl ra xurt bike lava dike, dihere ber nigê Yaîr Lapîd, pesnê hevkarî û dostaniya bi Îsraîl ra dide.

Lê dema siyasetmedarekî kurd, serokekî kurd dibêje gerek em neyartiya Îsraîl nekin, gerek nabêna me baş e, Çavuşoglu û gelek tirk xwe diçirînin, dibêjin nabe hûn kurd silavê bidin yahûdiyan û berpirsiyarekî Îsraîl.

Dostî û tîcareta tirkan bi Îsraîl ra rast e, baş e, rind e, lê ji me kurdan ra sûc e, gunehkarî ye.

Yanî tiştê ji tirkan ra heq e, ji me ra qebhet e. Gelek cahil û nezanên me jî bi vê demagojiya tirkan dixapin û neyartiya Îsraîl dikin.

Kêmaqilên me tiştên ji kurdan ra dibêjin ji Çavuoglu ra nabêjin, çimkî zilamên Tirkiyê ne, derdê wan xapandina kurda ye. Heger ne wiha bûya gerek Huda-Par û îslamiyên tirk serdana Çavuşoglu rexne bikirana, bigatana hûn bi filistîniyan ra îxanetê dikin.
Tirk berjewendiyên welatê xwe di ser her tiştî ra digrin, filistîn milistîn, Quds mus giş demagojî ye, ji bo xapandina hin kurdên totikvala ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE