Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-5-25
Ez, Hesen Mizgîn(Necdet Gundem) û Mumtaz(Nîmet Aydin)em bi
Mûrad (Mûrad Ciwan)ra li mala wî civîyan. Civîna me li ser derxistina Armancê
bi kurdî bû.
Em li ser şikil û naveroka Armancê sekinîn. Me biryar da emê redaksîyona
Armancê bin. Ezê di her civînê da protokolê binivîsînim.
Me di nav xwe da hin vatinî jî parve kirin, kî yê çi bike, çi binivîse. Emê di
demeke nêz da cardin bicivin. Jimara 1ê ewê di meha îlonê da derkeve.
Saet di 16.30î da li komelê em redaksîyona Armancê ya berê
civiyan û me ji bo jimra dawî vatinî parve kir.
Piştî civînê ez, Mahmûd Kîper û Heyder(Heyder Diljen)em çûn mala Bişar Tuysuz.
Min telefonî mala apê xwe kir, min bi apê xwe ra qise kir.
XXX
1986-05-25
Îro saet di 12a da civîna Federasyonê bi komeleyên endam ra hebû. Civîn li
Folkets Husetê bû. Nûnerên 5 komelan tenê hatin. Li ser tiştên bêmane, fala dûr
û dirêj peyivîn. Yê dest bi axaftinê dikir nediqedand. Di dawiyê da min xwe
ranegirt, min mînaka çîroka Ezîz Nesîn da, min got:
”Demokrasî yasax e !”. Êdî bes e. Axirê civîn bi silametî qediya. Ji wir çûm
civîna PDKê. Civîn saet di 16.30î da li Kîsta Traffê bû. Endamê Komîta Merkezî
Remzî Şaban peyivî. Destpêkê qala xebat û têkoşîna partiya xwe kir. Dûra jî
qala şerê Îraqê û Îranê û têkiliyên xwe û partiyên din, bi taybetî jî li ser
têkiliyên PDKê û YNKê sekinî. Qet êrîşî YNKê nekir, rexne lê negirt. Gava qala
YNKê dikir, digot ”birakanî Yekîtî” filan û bîvan…
Got YNKê heyetek şandiye Îranê û dixwaze bi me ra jî têkiliyên xwe xurt bike.
Yekî jê pirsî, got, ”te di axaftina xwe da got em li dijî keneperestiyê ne. Ma
rejîma Îranê ne kevneperest e?
Pirsê ew hinekî şaş kir, devê wî li ber hev ket, nikanîbû bersîvek bida. Qala
antî emperyalîstiya Îranê kir, got Îran li dijî sîyonîzmê ye, li dijî Seddam e.
Bi ya min bersîva wî ne xweş bû.
Yekî din jî got:
”We li ser çi esasî bi Apociyan ra têkilî danî, îro jî çima nabêna we bi wan ra
ne baş e?
Got:
”Em alîkariya her hêza li dijî emperyalîzmê û kevneperestiyê dikin, ev siyaseta
me ye. Piştî daebeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î gelek hêzên Kurdistana Tirkiyê
hatin ba me, me alîkarî bi gişan ra kir. Ev siyaseta me ye.”
Di heqê PKKê d ajî tiştekî ne baş, xerab negot.
Yekî jî li ser beyaneka Îdrîs Barzanî ya di rojnameya Keyhanê pirsek jê kir,
got ev beyan rast e ya na?
Di bersîva xwe da got derew e, Îdrîs tiştekî wisa negotiye.
Li ser kurdên Kurdistana Îranê û PDK-Îranê jî pirs jê hat kirin. Di bersîva xwe
da gelkî êrîşî Dr. Evdirehman Qasemlo kir, got Qasemlo gorra Mele Mistefa
Barzanî xera kir û him jî bi ajanên Îraqê ra ev yek kir.
XXX
1997-05-25
*Apociyan di civîna Şerafetîn Elçî da şer derxistin. Li dora
20-30 kesî êrîşî xelkê kirin, li Lutfî Baksî û Evdirehmanê Gundikî xistin. Rezaleteke
mezin derxistin. Ji bo şer hatibûn. Piştî şer em ji salonê derxistin.
Em rastî belayekê hatine nizanim emê.çawa jê xelas bibin. Wek
kurd meriv ji xwe fedî dike.
Li Swêd di civînekê da, meriv bi 20-30 kesî, bi
daran êrîşî xelkê bike ne karê aqil e.
Û tu sebeb jî tune ye. Sebeb dibêjin
bêyî me gerek kes tunebe, gerek h ekes têkeve bin emrê me.
Ev belayeke mezin e,
bi vê êrîşkariya xwe ewê zirareke mezin bidin kurdan.
*Ez û Salim Çelîker em çûn mala Eyûb Alacabeg. Em çûn ba
Şeratîn Elçî û Emer Çetîn. Min xwest hinekî li Emer Çetîn gudarî bikim û
dîtinên Elçî jî fêr bibim. Me hinekî sohbet kir. Min tifaqê PDKê bi Tirkiyê ra
şaş dît, min got piştgiriya vê hevkariyê şaş e, dibê meriv hevkariya PDKê bi
Tirkiyê ra rast nebîne, piştgiriyê nedê.
Şerafetîn Elçî bi van gotinên min şaş ma, fena ku rexneyeke wiha nedipa. Got
hetanî PKK li wir be tirkê tim êrîşî wir bikin, gerek PKK ji wir derkeve. Got PDK
mecbûr e alîkariyê ji Tirkiyê bigire.
Axirê ne li dijî hevkariya PDKê û Tirkiyê bû. Hevalên din jî kesî piştgirî neda
fikrê min û hevkariya PDKê û Tirkiyê rexne nekir. Belkî hin heval wek min
difikirîn lê Şerafetîn rexne nekirin.
Emer Çetîn bi rêve du tişt ji min ra gotin. Got yek, ”Ez Mehmet Elî (Mûrad Ciwan) û Seîd (Saîd Aydogmûş)
tu carî efû nakim. Ya din jî min dest bi nivîsîna bîranîn xwe kiriye.
Dema qala Mûrad Ciwan û Seîd Aydogmuş dikir xuya dibû xeyal şikestî bûye, herduyan jî ew pir
êşandine, lema jî pir ji dil digot, ”ez tu carî Mehmet Elî û Seîd efû nakim.”
Nivîsînî bîranînên xwe jî pir kêfa min anî. Bûye aktor û şahidê gelek tiştan. Hêvî
dikim di mesela Dr. Şivan da tiştekî nayê zanîn bibêje.
XXX
2001-05-25
Merheba!
Gelek spas ji bo ku tu hertim min ji nûkirinên rûpela xwe
agahdar dikî. Min xwest ez tiştekî ji te bipirsim: Gelo ji bo çi tu herfa
"ş" bi şiklê "sh" dinivîsînî?
Tiştê ez dizanim tu ne dewleta kurd î û ne jî dezgeyeke kurdan ya milî yî ku tu
vî mafî li ba xwe bibînî û elîfbeya kurdî biguherînî.
Ya her kurdê ku li gorî xwe kêmasiyekê di elîfbeya kurdî da dibîne ew jî wek te
rabe ya tiştekî lê zêde bike ya jî biguherîne, gelo wê demê ewê çawa be?
Ma ewê nebe anarşî û kaos?
Sebebên te çi dibin bira bibin(qesda min gelşên înternetê ne) divê tu mafê vê
tecawizê li ba xwe nebînî. Bi hêviya ku tu jî di demeke kin da wek her kesî
binivîsînî.
Gelek silav
Zinarê Xamo
Not: Nizanim min ev nivîs ji kê ra nivîsîye, min nav qeyd
nekiriye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar