24 maj 2022

Me îro mîvanê xwe zêde westand

 


Me îro mîvanê xwe bir nav daristanê û baş westan. Em tam 11,97 km, 202 deqîqeyan li daristanê, di nav wan kaş û zinaran da meşiyan lê qet ne xema camêr bû, ne westîya, ne jî xwîdan da.

Li herêma me di nav daristanê da girên, ziranên pir bilind hene. Îro em çûn ser zinarekî belkî 150-200 mîtro bilind.

Zinarekî pir populer e, ji bo seyranê û rismgirtinê însan ji derên dûr tên hildikişin ser û li hawirdor temaşe dikin, risman digrin.

Daristana herêma me wêran e, yekî nizanibe ewê bibêje belkî erdhej çêbûye, bi sedan dar wek meytan li erdê ne, carnan ketine ser rê, meriv nikane bigere.


Dar birrîne ji bo ku însan kanibin derbas bibin. Bi sedan darên li erdê bala Fûad kişand, lema jî çend rismên darên li erdê girt û got ”ev çi mesele ye, çima van daran ranakin?”

Min got ez carê bi karkirekî belediyê yê dar dibirîn ra peyivim, min jî eynî pirs jê kir, ji min ra got, ”dibêjin gerek meriv daristnê wek xwe bihêle, paqij neke. Ev yek bêtir tabî ye.”


Li herêma me tiştê herî xweş xweşikiya xwezayê ye, gol e û daristaneka pir mezin heye, meriv di nav da wenda dibe.
Em mîvanên xwe zêde nabin li bajêr nagerînin lê li dor mala xwe baş digerînin. Hêvî dikm memnûn mabe.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE