24 maj 2022

Gefa Recep Tayyip Erdogan pir cidî ye !

Serokê Tirkiyê Erdogan do gefa êrîşeke nuh li rojavayê Kurdistanê xwar.

Ev gefeke pir cidî ye, heger Tirkiye îtîrazeke pir cidî nebîne ewê tevayiya rojavayê Kurdistanê dagir bikin, pilan û hedefa Erdogan û Tirkiyê ev e. Dûra jî ewê dor were ser başûrê Kurdistanê.

PYD, HSD dibê tavilê bi Amerîkayê ra vê gefa dagirkeriya Tirkiyê bipeyive, alîkariyê jê bixwaze.
Rûsya ji bo me tiştekî nake, yên kanibin Tirkiyê bisekinînin Amerîka, Fransa û Almanya ye. Protestoyên kurdan jî gelkî muhîm in.

Ya din dibê kurdên rojava li her bajarê Kurdistanê tavilê, îro, sibe dakevin kolanan û vê gefa Tirkiyê protesto bikin, ji dinyayê, ji Neteweyên Yekbûyî  alîkariyê bixwazin.

Li Ewrûpayê jî dibê meriv meşên protestoyê bike.

Lê li tu derê dibê alên PKKê û rismên Evdila Ocalan neyên rakirin, hildana alên PKKê û rismên Evdila Ocalan li zirara me û li kara Tirkiyê ye.
Dibê meriv karê, xebata zirarê dide meriv û fêdê digihîne dijmin neke. Hildana alên PKKê û rismê Evdila Ocalan îro zirarê dide kurdan û  PKkê û PYDê bi xwe jî.

Wek miletekî mezlûm dibê em ji dinyayê li hemberî êrîşa Tirkiyê alîkariyê bixwazin, bibêjin nehêlin Tirkiya faşîst welatê me dagir bike, dîsa bi hezaran xelkê siwîl bikujin.

XXX

Hukûmeta Tirkiyê kerîyek çete û gurên har bi otoboz û motorsîklan şandine Diyarbekrê û Licê. Posterê qatilê kurdan û êrmeniyan Topal Osman bi otoboza kerîyên gurên har ve kirine û bi afîşa ”Gîresûn têra we dike” di nava Diyarbekrê û Licê da gerîyane û gef li kurdan xwarine. Yanî bajarê Gîresûnê tenê têra qetlîama we dike.

Ev keriyê guran bêyî emrê Erdogan naçin Diyarbekrê û Licê û gefa qetlîamê li kurdan naxwin.

Rismê Topal Osman û slogana ” Gîresûn têra we dike” mesaja qetlîamekê ye, ji kurdan ra eşkere dibêjin heger hûn di hilbijartinan da rayên xwe nedin Erdogan tiştê Topal Osman anî serê we û êrmeniyan, emê dubare bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE