Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05-24
*Min îro saet di 17.00a da li komela KOÇKAKê bi hemû komeleyan ra civînek çêkir. Armanca civînê ev bû: Di kongreya Federasyonê da
minaqaşeyên nabêna komelan û daxwazên wan gelek wextê digre, wan kêm bikin.
Heger em bikanibin bi civînên wiha gelşên nabêna komelan hel bikin
ewê pir baş be. Bi kêmasî ewê karê kongreyê rehettir bike.
*Piştî civînê ez, Mumtaz(Nîmet Aydin) çûn mala Husên(Îzedîn Şevgîn). Dema em dîtin pir kêfxweş bû. Husên hewceyî alîkariyê ye, heta ji me tê em lê miqatene, diçin tên.
XXX
1986-05-24
*îro danê nîvro çûm Muza Etnografîya yê(Etnografiska Museetê ”. Pêşangeha
resamekî çînî hebû. Min bîstekê bala xwe dayê
Pir balkêş bû. Rismên ewrûpiyan û yên çîniyan naşibin hev. Di tiştên wiha da
meriv ferqa kulturên cihê, dinyayên cihê dibîne.
Nêzî muzeyê qûleyeke 155 mîtro bilind heye, jê ra dibêji Kaknästornet, berê
ciyê telewîzyona Swêd bûye. Nuha kirine aşxane, pastexane, ciyê turîstan.
*Saet di 15.30î da min û Malmîsanij li Kulturhusetê hevdu dît. Fikrê min ê li
ser kitêba* xwe ji min pirsî.
Min got kitêba te lêkolîneke pir hêja ye. Mîna arkeologek perçên kûzekî şikestî
ji binê erdê derxîne û pir xweşik bi hev ve bizeliqîne.
Lê tahlîleka, komentareka siyasî tê da tune ye, pir hindik e. Bi baweriya min
li ser van belge û faktayan tahlîleke siyasî jî heba ewê baştir bûya.
Got rast e, ez bi viya zanim, lê min bi qestî wisa kir.
Çimkî tiştê tu dibêjî na karê min e, karê hinekên din e, bira ew li gorî van
belgeyan analîzan bikin.
*Min navê kitêbê nenivîsî ye, lê bi texmîna min navê kitêbê "Kurt
milliyetçiligi ve Dr. Abdullah Cevdet"e.
XXX
1987-05-24
Êvarî çûm mala Henefî Celeplî ji bo nivîsên Berbangê bixwînim. Min hin
nivîs xwendin û rast kirin. Henefî xwest ez hin derên nivîsa xwe biguherînim.
Li gorî wî di dereke nivîsê da ez ”hêzekê sûcdar dibînim”. Qesta wî PKK bû. Xwedêgiravî hin
gotin dihat wê maneyê.
Min qebûl nekir, min got nivîs ji alîredaksîyonê ve hatiye qebûlkirin. Heger
îtîrazeke te heye, bibe redaksîyonê, bira redaksîyon fikrê xwe bibêje.
Wer xuya dike Henefî ewê bibe problemeke mezin, bi yekî wiha ra xebat pir zor
e.
1989-05-24
Min 2500 kron ji PK-Bankenê deyn(qirêdî) xwestibû, bankê bersîv daye, gotiye na.
Berê jî 15.000 hezar deynê min heye. Bankê gotiye meaşê te hindik e em nadin.
Min îro telefonî bankê kir, min got înformasyona wa kevn e, ya çend sal berê ye. Meaşê min ne hindik e. Yê ez pê ra peyivîm got ji ciyê karê xwe kaxeteke/belgeyeke meaşê te nîşan dide ji me ra bişîne, emê ji nuh va lê binêrin. Min ew kaxet ji ciyê kar girt û ji bankayê ra şand. Hêvî dikim bidin, destê min teng e.
XXX
1997-05-24
Şerefetîn Elçî îro bi hin heval û dostên xwe ra civînekê çêdike. Lutfî Baksî û
Eyûp Alacabeg ban min jî kirin, min got ez nayêm. Hinekî israr kirin, gotin tu
jî were fikrê xwe bibêje, min got hela ez binêrim. Civîn saet di 18.00a da ye.
Ezê neçim civînê.
Ez bi Mûrad ra jî peyivîm, min got Emer Çetîn hatiye. Got min jî bihîstiye.
Şerafetîn elçî sibe jî civînekê çêdike, ev civîn ji her kesî ra vekirîye.
Civîna îro ne ji bo her kesî ye, çend kesên nas, dost û hevalên wî ewê herin.
Kesên dixwazin di partiya wî da bixebitin ewê diyar bibin. Jixwe Elçî jî
dixwaze bizanibe li vir kî dixwaze bi wî ra bixebite. Ji ber ku ez naxwazim bi
wî ra bixebitim ezê neçim. Ez xebata bi Elçî ra rast nabînim.
XXX
2008-05-24
Merheba birayê Bedo!
Min bersîva te û nivîsên li ser vê mijarê îro xwendin. Ezê
nivîsekê li ser van minaqeşeyan binivîsim û di wir da hin pirs û rexneyên
hevalan ronî bikim.
Wer xuyaye nivîsa min ya li ser te, ”Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got bi kurdî bipeyivin!”
olaneke(yanki)mezin daye. Bi baweriya min divê tu vê yekê wek şexs negire ser
xwe, wek gelşeke miletê kurd, wek minaqeşeyeke li ser asîmîlasyonê bibînî.
Loma jî dibê tu rexneya min û dîtinên hevalên din wek
dijminatiyeke li hember şexsê xwe nebînî û wisa fêm nekî.
Birayê ezîz, wek tu jî dizanî em şexsî hevûdu nas
nakin. Yanî ez nizanim tu bi kurdî dizanî ya na, ya jî heger tu dizanî, tu
çiqasî dizanî?
Loma jî min ji naverok û agahdariyên di nivîsê da bûn
hereket kir û li gor wê şêl û gotinên te yên panelê rexne kir.Tiştê ji xebera
ANF-ê dihat fêmkirin tu merivekî kurd î û bi kurdî dizanî û tu kesên bi kurdî
napeyivin jî rexne dikî, lê tu bi xwe bi tirkî dipeyive.
Ji ber vê şêla te jî guhdarekî panelê aciz bûye û ji
te ra gotiye:
-Wê demê tu çima bi tirkî dipeyive?
Te jî bersîva wî daye û gotiye:
-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi
kurdî çêkin.”
Ji vê bersîva te jî diyar dibe ku tu bi kurdî dizanî
lê tu nepeyivîye, te soz daye guhdaran ku tu yê careke din bi kurdî bipeyive.
Min ji van ”faktayên” di nivîsê da bûn hereket kir û li wê
nivîsê. Heger min bizanîbûya tu ji bin da bi kurdî nizanî, ya jî kurdiya te
qels e, têra axaftina civîneke wiha nake, bêguman minê li ser te ew nivîs
nenivîsîya û tu bi wî rengî rexne nekira.
Çimkî ez her kurdê bi dil, fikir û hestên xwe kurd e lê bi
kurdî nizane her çiqas rexne bikim jî lê wek dijminê xwe nabînim. Û ji xwe
dîtineke wiha jî şaş e.
Ne bi dilê me be jî, bi me pir zor jî were îro bi
sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd asîmîle bûne û bi kurdî nizanin.
Di nava van kurdan da hin kes hene ku zimanê kurdî
biçûk dibînin û naxwazin fêr bibin. Hinek jî hene ku kurdî baş dizanin lê
xwendin û nivîsandinê nizanin û naxwazin fêr jî bibin. Meydana zimanê kurdî ji
bo beza hespên xwe pir biçûk dibînin. Ji bo wan ziman ne girîng e, meriv xwe bi
kîjan zimanê baş îfade bike dibê meriv wî zimanî bikar bîne. Kurd kînga bûn
dewlet wê demê ewê kurdî fêr bibin.
Yanî kerê memir qîfar tê, pîrê memir buhar tê…
Lê hinek jî hene ku ji ber sebebên em dizanin dê û
bavên wan, ji ber nezanî û cahiliyê ew asîmîle kirine, ew ji ziman û kultura
kurdî bêpar hîştine.
Ji van însanan îro gelek kes bi nasname û girîngîya
zimanê xwe hesiyane û dibînin ku zimanê me ji bo hebûn û wendanebûna me çiqasî
girîng e, loma jî hewil didin ku kurdî fêr bibin, bipeyivin û binivîsin.
Helbet meriv ji alî siyasî û sosyolojîk ve dikane çend
katagoriyên din jî binitirîne, lê ne hewceye.
Netîce tiştê ez dixwzim bibêjim, li hember her kurdê bi
kurdî nizanibe meriv eynî reaksiyonê nîşan nade, meriv bi eynî babetî rexne
nake. Lê eksê texmîna hin ”dostan” ez jî ne merivekî hewqasî cahil û hewqasî
zirzop im ku van ferqan nebînim û her her kurdê bi kurdî nizane wek ”xayin” û
wek dijminê xwe bibînim.
Çimkî êdî ji malbata min jî kesên bi kurdî nizanin hene. Ji
ber ku ji salên 1980-î vir da dewleta tirk malik li kurdan şewitand, pişt li
kurdan şikand.
Sebebekî din jî mamûrtiya tirkan e, her kesên dibûn
mamûr bi piraniyeke mezin dev ji zimanê xwe berdidan. Ev ffelekat hatiye serê
gelek malbatên kurd.
Ez vê rastiya tahl û vê trajediya kurdan dizanim.
Lê ya girîng dibê meriv li hember vê malwêranî, vê trajediyê
û vê realîteyê çi bike?
Yê min wek şexs, heta ji destê min tê ez vê realîteya heyî,
wek rastiya xwe û miletê xwe nabînim û bi hemû hêz û îmkanên xwe ve hewil didim
ku biguherînim.
Çimkî rewşa îro li welatê min bûye wek ”realîte”,
ne rastiya min û miletê min e. Tiştê herî rast û normal ew e ku wek ferdên her
miletê din, dibê hemû kurd jî kanibin bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin û
binivîsin.
Derî vê rastiyê dibê em tu ”realîteyên” din qebûl nekin û bi
şeîdet red bikin.
Tiştê ez dikim û dixwzim bikim ev e.
Ne tu(wek Bedirxan Badillî) û ne jî kurdekî din yê
welatperwer û dilsozê miletê xwe ez tu carî wek neyar û dijminê xwe nabînim û
min tu carî jî bi wî çavî lê mêze nekiriye.
Devê tivinga min li hember her kurdê bi qasî misqalê ziriq
jî bi xîret û kurdperwer be tim serberjêr e.
Ez hemû kurdên ku dilê wan ji bo azadiya kurdan lê dixe wek
dost, bira û xismên xwe dibînim.
Loma jî heger min bi nivîsa xwe, tu êşandiye û dilê te
hîştiye, dibê tu li qusûra min nenêrî û min efû bikî.
Birayê Bedo, dibê tu baş bizanîbî ku hemû şer û keftelefta
min ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê ye.
Ez li hember dijminê xwe ji gûzîn(gûzan) jî tûjtir im, lê li
hember hemû kurdperweran wek çaqoyeke ko me, tu carî zirarê nadim wan.
Bi hêviya ku ev minaqeşeya me ji bo miletê me bibe sebebê
pêşketineke xêrê, bibe sebeb ku gelek kurd li xwe varqilin û dest bi fêrbûna
zimanê xw bikin.
Zinarê Xamo
XXX
24/5-99
Kongra Netewî îro li
Hollandayê, li bajarê Amsterdamê civiya. Bi baweriya min ji kurdan ra ev gaveke
girîng û civîneke tarîxî ye. Ew partî û hêzên ku ji ber çi sebebê dibe bira
bibe, tevî vê civînê nebûn çewtiyeke mezin kirin.
Bi baweriya min kesên ev kongre amade kirin û beşdar bûn ewê her tim bêne
teqdîrkirin û bi giramî bêne bibîranîn.
Hin hêz hene ku (wek PDK û YEKÎTÎ) belkî ji ber têkiliyên xwe yên bi Emerîka û Tirkiyê
ra nikanin beşdarî kongreyeke wiha bibin.
Lê hêzên din, partiyên din, mesela PDK-Îran û partiya Kemal Burkay tu sebebekî
wan ê ciddî tuneye beşdar nebin.
Lema jî bi biryara beşdarnebûnê çewtî kirin.
Li gor dîtina min ew hêz û şexsên di demeke wiha tarîxî da beşdarî platformeke
wiha girîng nebin, ew siyaseteke netewî nameşînin.
Esas bêyî PKKê partiyên din ji pertav da ketine, nikanin li
gorî vê merhelê, van şertên nuh hereket bikin, xebateke li gorî şertên îro
bimeşînin.
Lema jî gelşên bi PKKê ra dikin asteng. Erê PKK broblem e, ll dibê meriv hewil
bide tesîrê lê bike, rê li ber şaşiyên wan bigire. Ev yek jî bi têkiliyan dibe.
Ji derve, bi rexnekirinê em nikanin tu tesîrê li PKKê bikin.
XXX
2023-04-24
Huseyîn Turan li ser hilbijartinan fikrê min pursîye,
gotiye:
” Piştî daxuyaniya Ûmît ê faşîst destê min naçe ez herim sondiqê. Êja em dengê
xwe bidin kê?
Dixwazim Cenabê te bişêwirim.”
Sipas ji bo pirsa te birayê ezîz.
Di 14ê gulanê da li gel hemû kêmasiyên wî min
raya xwe da Kemal Kiliçdaroglu.
Lê vê carê piştî hin beyanên wî li ser kurdan
ez neçûm ser sendoqê, min ray nedayê.
Min boykot kir. Ez naxwazim ji te ra
bibêjim raya xwe bidê, ya jî boykot bike. Ez naxwazim bibim berpirsiyarê
tiştekî wiha.
Lê min çi kir min ji te ra got.
Tu bi xwe biryara xwe bide.
Kilaçdaroglu merivekî tirsoneke, oportunîst e, kemalîst e, ev rast e, dibê kurd
hêviyeke mezin jê nekin.
Lê heger meriv Kilaçdaroglu û Erdogan miqayese bike,
Kiliçdaroglu wek şexs, wek program bêguman ji Erdogan pir baştir e.
Ez bawer
nakim rejîma Kiliçadaroglu ji bo kurdan wek ya Erdogan be.
Bi texmîna min ewê
baştir be. Çimkî tiştên dibêje wiya nîşan dide. Îcar tu raya xwe didê, nadê tu
biryara xwe bide. Min vê carê nedayê. Gelek silavên biratiyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar