Îsmaîl Beşîkçî gotiye, ”Kurd nikanin xwe bidin ser hev, problema
wan a merkezîbûnê heye. Brokratên, ordiyên partiyan hene. Unîformên pêşmergeyan
jî ji hev cihê ne. Ji vê tevgerê tişt dernayê.
Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin goristanên xwe jî biparêzin. Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin muzexaneyekê jî ava bikin.”
Sedîsed rast e. Ji xwe goristanên me jî, muzexane û malên me jî wêran dikin. Em nikanin gorrên miriyên xwe biparêzin.
Serê salan e em vê dîtinê dubare dikin. Em dev ji tarîxa kevn û
dubendiyên mîrên kurdan berdin, ev 30 sal e kurd li başûrê Kurdistanê bûne
xwediyên bingeh û îmkanên dewleteke serbixwe, lê ji ber bêtifaqiyê ew bi xwe
naxwazin bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Ev çend sal in Amerîka, Fransa, Almanya ketiye nabêna wan, dibêjin em ketine bextê we li hev bikin, hukûmetên xwe, pêşmergeyên xwe, aboriya xwe bikin yek û bingehê dewleteke serbixwe saxlem bikin, lê kurd tim bi devkî dibêjin erê, tiştê hûn dibêjin rast e, lê dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bernadin. Her yekî pişta xwe sipartiya dewleteke dagirker û dijberiya hev dikin.
Heger serokên kurdan yên xwedî hêz û pêşmerge yanî PDKê û YNKê bixwestana kanîbûn hêzên din jî li dor xwe top bikin û ji zûda bûbûn xwedî dewleteke serbixwe. Lê tu carî giş bi hev ra daxwaza serxwebûnê nakin û bingehê tiştekî wiha jî ava nekirine.
Ji dêlî ku bibin xwedî dewleteke serbixwe, Kurdistan û petrola kurdan li hev par kirine, xwe û malbatên xwe û zilamên xwe zengîn kirine.
Êdî ne Îsmaîl Beşîkçî xoce tenê, dinyayê jî û her kurdî jî fêm kiriye ji van serokên kurdan û ji vê siyaseta wan a malwêran tu tiştekî baş û xêrê sadir nabe. Milet bêhêvîye lema bi hezaran însan ji Kurdistanê derivin.
Ev îmkanên nuha di destên wan da hene jî hêdî hêdî ewê ji destê wan here. Çimkî gava meriv ne xwedî û hukumdarê welatê xwe be meriv ne xwediyê pere, qesir û qonaxên xwe ne jî, mal û milkên meriv jî, perê meriv jî ne yên meriv in, meriv nikane wan biparêze.
Çawa ku her tiştê pêşiyên me, mal û milk û qesir û qonaxên wan giş ji tirk, faris û ereban ra man, ew li mahciriyê perîşan bûn, eynî tişt ewê were serê wan jî, ewê jî rojekê birevin, dijminê dest deyne ser her tiştê wan jî.
Em reviyan, yên berî me reviya, çimkî em bindest bûn, me nikanîbû ne canê xwe, ne jî malê xwe biparasta. Ji bo dawî li vê trajediya ev dused sal in tim dubare dibe were, dibê em ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwediyê welatê xwe, em xwe îdare bikin.
Ev jî bi yekîtiya netewî û bi pêşengiya serok û siyasetmedarên netewî
dibe, serokên azadiya miletê kurd û avabûna Kurdistanê di ser her tiştî ra
digre, pêşmerge nake yê partiya xwe, dike yê dewletê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar