Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-23
*Ez, Mahmûd Kîper, ji Kampa Sûndsvalê jî du kes(du kurdên koçber) li ser rewşa kampên
xerîban û rewşa kampan, daxwazên wan yên îltîcayê(penaberiyê) em bi
berpirsiyarên hukûmetê ra peyivîn.
Li hemberî daxwazên me gelkî sert û negatîf
bûn, digotin bi vî hawî em tu sozê û tu tawîzê nadin.
Gotin di vê grewa birçîbûnê da însan bimrin jî emê daxazên we qebûl nekin.
Daxazên me ji hukûmetê ev bûn:
Lê berpirsên hukûmetê ev daxwaza me qebûl nedikir, digot em zorê qebûl nakin. Qanûn heye, mafê kê hebe ewê bimîne, yê kê tunebe mecbûr e welatê me terk bike.
*Îro me civîna Komîta Karger çêkiri. Rezaq Fêlî, Nebî Bal û Zubêr nehatin. Zubêr ji min ra gotibû ew nexweşe, nikane were civînê.
Min di vê civînê da pêşniyar kir di heqê Nebî Bal da ji Komîteya Çavdêr ra raporek were şandin. Ev pêşniyara min hat qebûlkirin. Ezê di heqê Nebî da raporekê bidim Komîta Çavdêr. Nebî nayê civîna, gava tê jî teşxelê derdixe.
Min rexne li Berbangê jî girt. Li ser rexneya min, me biryar girt em bi Redaksîyona Berbangê ra civînekê çêkin û dîtin û pêşniyarên xwe ji wan ra bibêjin.
1989-05-23
Di mesela Dr. Şivan da jî zêde li ser gotin û çîrokên derûdorê hatiye sekinînin. Bi meriv wisa tê tu dîtinek, tu qenaeteke te li ser vê meselê tune ye.
Di mesela seyaheta Celal Talabanî ya Amerîkayê da jî te tiştekî konkret negotiye, vir da, wê da biriye û aniye.
Min li nivîsa Rohat Alakom mêze kir, bi rastî jî tev navê Ferhat Şakelî, sê navên din jî ji nivîsê hatine derxistin. Çima wa bûye, kê wiha kiriye ez nizanim, lê ezê bi dû kevim.
1997-05-23
Heyder Otlu got Şerafetîn Elçî di radyoya Merheba ya tirkî da gotiye "heqê Tirkiyê heye êrîşî PKKê bike û sînorên xwe biparêze."
Got bi kurtî Elçî ne li dijî êrîşa Tirkiyê ser kampên PKKê bû, meriv kane bibêjê piştgiriya êrîşê dikir.
Min li axaftina Elî gudarî nekir, lê ez jî bawer dikim Elçî ewê li dijî êrîşa Tirkiyê dernekve. Êrîş, di esasê xwe da dagirkirina Kurdistana Başûr, lê nav şerê li hemberî PKKê ye.
Yekî wek Elçî dibê nêta tirkan baş bizanibe, lê ew tiştekî derî siyaseta PDKê nabêje. Heger Mesûd Barzanî li djî êrîşa ba Elçîyê jî li dij bûya. Ji ber ku PDK ne li dij e, Elçî jî li têla wan dixîne. Bi baweriya min şaş dikin.
Lê PKK jî dixwaze her kesî ji ortê rake, Evdila dibêje gerek ez tenê bim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar