23 maj 2022

Xezal û kûsî

Rojekê xezalek bi zor ji ber nêçîrvanekî xelas bûbû û li daristanê xwe di nav devîyekî da xwe veşartibû. Bala xwe dayê kûsîyek jî di nav devî da ye. Kûsî ji xezalê ra got:

-Te xêr e, çima wiha helke helka te ye, tu ji ber kê direvî?
Xezalê got:

-Birakê kûsî, qet deng neke, nêçîrvanek li dû min e, min bi zor xwe ji destê wî xelas kir. Hindik mabû min bikuje.

Kûsî serê xwe ji qêlik derxist, got:

-Tew qal meke, tiştê her roj tê serê min hatiye serê te jî. Ez nizanim me heywanên kûvî çi xerabî bi van nêçîrvanan kirine, gav û saetê wer li dû me ne.

Xezal keniya, got:

-Bi Xwedê madem tu jî ji heywanên kûvî ye û nêçîrvan her roj  li pey te ne jî ev cî û war êdî ji min ra nelazim e, ez hew li vir dimînim, xezalê wiha got û ji nava devîyan derket û berê xwe da çoleke din.

Xemîşoka min li diyaran, rahme li dê û bavên guhdaran…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE