22 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -127-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-22

Min û Henefî Celeplî soz dabû hev, me yê li Kulturhusetê hevdu bidîta. Lê Henefî nehat. Ez difikirm dîsa Henefî bişînim kampan ji bo ku ji me ra li ser rewşa kurdên di kampan da înformasyonê top bike. Swêdîya wî baş e, kane bi berpirsiyarên kampan ra bipeyive. Ew ji karê wiha jî hez dike.

XXX
1989-05-22

*Rohat Alakom ji min ra got Ferhat Şakelî ji we pir aciz bûye, gotiye Armancê li dijî min kampaniyek vekiriye. Û gotiye ji bo çi di nivîsa te ya li ser kurdologan da navê min jî tune ye?
Rohat gotiye min navê te dabû lê  hevalên Armancê jê derxistine.
Dema Rohat wiha got ez matmayî mam, min got haya min ji tiştekî wiha tuneye. Heger bi çewtî nebûbe şaşiyeke mezin e, kê kiribe pir eyb kiriye. Sansorkirina nivîsan ne rast e. Ezê vê meselê fêr bibim, hela ji bo çi navê Şakelî ji nivîsa te hatiye derxistin?

*Telewîzyona Swêd li ser roportajek belav kir. Mixabirê telewîzyonê jiyana gundekî nîşan dida. Yê gundî ji dêlî ga ve bi birayê xwe cot dikir. Çimkî feqîro ne gayê wî hebû, ne jî kerek wî hebû pê cot bikira. Lema bi birayê xwe cot dikir. Piştî şoreşê bi 40 salî mêrikê gundî hîn nebûye xwediyê gayekî û kerekê, bi însanan cot dike.

XXX

1996-05-22

Ez û sê(3)xanimên ji ciyê karê min bi hev ra çûn ”Bergianska trädgården” (Bexçeyê Bergîan. Bexçe tiştekî muhteşem e.

Meriv dema derên wiha muhteşem dibîne dilê meriv bi halê meriv dişewite. Mêrika daristanên Çiyayê And bi îklîm, hewa û barana xwe anîne li Stockholmê xistine bin wî xaniyê cam.

Dema tu dikevî hundur wek tu li daristanên Çiyayê Anda bî.
Lê ne ew tenê, gul û darên Asyayê, Îranê, Kurdistanê, Yûnanîstanê, Awustralyayê, Afrîkayê, kaktusên çolên Amerîkayê eynî wek meriv li wir bin, anîne vira, meriv xwe di wê atmosferê da his dike.

Welhasilî kelam bexçeyekî hêjayî dîtinê ye. Ezê xanimê û zarokan jî bibim, bira ew jî bibînin.

Li dora bexçe jî ji bo gerr û seyranê gelek derên pir xweş hene, wek cinetê ye.

XXX

1997-05-22

Piştî 17 salan min îro Umer Çetîn dît. Abid Dundar do bi şev ji min ra got Umer Çetîn û Şerafetîn Elçî hatine Stockholmê.

Îro ez çûm aşxana Yilmaz(Selîm Bakaç), min bala xwe dayê wa ye li wir e. Gava ez ketim hundur û berbî wî va çûm tavilê ez nas kirim.

Lê bi min wer hat ket dudiliyê, fena ku nizanibû ezê xêrhatinê bidimê ya na.
Ez çûm balê, min bi kêfxweşî xêrhatin dayê, em çûn lep û ruyên hev.
Sala 1979a orta meha donzda(12/79)berî ez herim Almanyayê li Diyarbekrê ez bûm mîvanê wî, me hinek sohbet kiribû. Min ji kekê Umer pir hez dikir. Ji wê rojê da ye me hev nedîtiye.

Aşxana Yilmaz qelebalix bû, lê ji wê jî xerabtir Îbrahîm Guçlu li wir bû, dorn eda kesî, nehîşt em tiştekî ji hev fêm bikin.

Nizanim çima lê Umer Çetîn ne yê berê bû, melûl xuya dikir, fena ku di xem û xeyalan da ba. Bêdeng bû, gudarî dikir, pirs jê nehata kirin nedipeyivî.

Min dixwest pê ra hinekî sohbet bikim, lê fersend çê nebû, wira ne misaîd bû.

Berî rabûnê ji min ra got, di sala 1993a da jî ez hatim vir, lê min baş nizanîbû tu yê çawa hereket bikî, lema jî min tu nedît.
Min got, tu şaş fikiriye keko, bi dîtina te ezê pir kêfxweş bibûma. Û ji ber ku te ez nedîtim ez ji te hinekî jî xeyidîm.

Tarîxek me bi hev ra heye, ez gelkî qedir didim wê tarîxê û wê hevaltiya me.

Ji axaftina Îbrahîm Guçlu min wer fêm kir partiya Şerefetîn Elçî piştgiriya êrîşa Tirkiyê ya ser PKKê dike. Fersend çê nebû, ya jî nexwst bibêje, kekê Umer raya xwe li ser êrîşa Tirkiyê negot.Lê bi min wiha hat dîtinên Îbrahîm Guçlu siyaseta partiya Şerefetîn Elçî ye jî.

Şerafetîn Elçî hetanî nuha tu tiştekî resmî negotiye, li ser navê partiyê tu beyan nedane.

Bi baweriya min piştgiriya êrîşa Tirkiyê ne rast e, heger partiya wan tiştekî wiha bike xerab e, siyaseteke pir şaş e. Wek kurd, wek partiyeke kurdî dibê meriv li dijî êrîşa Tirkiyê derkeve.

PKK çiqas xerab be jî meriv piştgiriya dagikerê welatê xwe nake.

XXX

1999-05-22

Mitîngeke PKKê hebû, ez çûmê. Min ji hin merivên wan pirsa telewîzyonê kir. Gotin roja Duşemiyê bi çêbûna Kongra Netewî ra ewê jî dest bi weşana xwe bike.
Min pirsa  zindîbûna programan jî kir, gotin di rojên pêş da ewê jî bibe.

MHPê biryar da bi SHPa Ecevît ra ji bo koalîsyonê dest bi muzakereyan bike. Ecevît ji vê biryara MHPê pirr memnûn bû.

Yanî tiştê xuya dike ewê SHP, MHP û ANAP bi hev ra hukûmetê ava bikin.

Helbet ev hukûmet ji bo kurdan pirr xerab e.
Esas ji bo kurdan hukûmeta baş tune ye. Dema motajî rayên kurdan dibin xwe dost nîşan didin, bi hin viran kurdan dixapînin hetanî girêka xwe bi paş dixînin. Dûra ji yên berê xerabtir dibin. Giş pîsên ji hev pîstir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar