Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-15
Çûm ser tuxtorê dirana. Xanima hîgînîst diranê min paqij
kir. Diranên min giş reş bûbûn, pqaqij û sipî boz bûn.
Îro hinekî zû saet
15.30î da jii kar derketim, raste rast çûm malê. Xwe westiyayî his dikim, ezê
hinekî bîna xwe bigrim û îşev zû rakevim. Hin rojan kar pir, gelkî diwestim.
XXX
1986-05-15
Piştî kar çûm çapxaneya Mîlonas. Min kitêba Kerîmê Husamî do teslîm kiribû, îro
ewê heqê çapê bibêje.
Lê di rêzkirina kitêbê da çewtî heye. Piştî bazarkirina çapê min kitêb bi xwe
ra anî malê, ji bo ku em rast bikin.
Min telefonî Mûrad kir, mesele û buhayê çapê jê ra got. Got temam, emê çap
bikin. 1000 kitêb ewê bi 19.800 kronê swêdî çap bike.
Mîlonas ji Yûnanîstanê ji min ra ûzoyek anîye. Min ji Mûrad ra got Mîlonas ji
min ra şûşeyek ûzo aniye, were em vexwein. Got sibe ne dusbe.
XXX
1989-05-15
Me îro bîstanê xwe çand. Me ji belefiyê zîfêlik erd kirê kiriye, emê ji xwe ra hin tiştan biçînin. Me kixsên pîvazan, bexdenos, fasûlî, firingî, xiyar, xas, tirp û dolmik çandin. Hêvî dikim em bi ser kevin. Ji bo rakirinê, berlolê min her tişt kirî ye, maye lêmêzekirin.
Sibe emê herin li xaniyê xwe yê nuh binêrin. Ew jî li Arsta yê ye, nuh lê dibe. 99 mîtro çargoşe ye. Xaniyê nuh baş e, her tiştê hundur nuh e.
XXX
1996-05-15
Hededer(Heyder Diljen)îşev mîvanê me bû. Ji min ra du kitêbên xwe yên derzê
anîne. Ezê bişînim Londonê ji Emerê Dêrîkî ra. Çendakî berê ji bo keça xwe ji
min xwestibû,
Piştî hinek sohbet bi min wer hat Heyder bêtir nêzî apociyan bûye. Heta mimkûn
e di rojên pêş da bi wan ra bixebite jî.
XXX
1997-05-15
Êrîşa artêşa Tirkiyê û hêzên PDKê ser PKKê berdewam e. Ji bo me şerekî malwêranî ye. Kurd hevdu dikujin, him jî bi alîkariya dijmin. Aliyê din jî belkî ji dijminekî din alîkariyê digre...
Erkanê Herb ê Tirkiyê di beyana xwe da dibêje me 87 gerîlla kuştine û ji wan jî
leşkerek hatiye kuştin û 4 heb jî
birîndar bûne.
Lê ev jimêrê dane kane ne rast bin.
PDKê û YNKê do civîna xwe ya çaran li Anqerê bi Tirkiyê ra çêkirin.
Tirkiye bi artêşeke mezin welatê wan dagir kiriye, ew fena tiştek nebûbe li
Anqerê bi Tirkiyê ra rûdinin. Gava meriv tiştê wiha dibîne meriv pir şerm dike
û bêhêvî dibibe.
XXX
1999-05-15
Min nivîsek ji Azadiya Welat ra şand. Ez nizanim ka ewê biweşînin
ya na. Çimkî berê jî min du nivîs ji wan ra şandibûn neweşandibûn. Ez wer
texmîn dikim ewê îcar jî neweşînin. Di nivîsê da tu rexne ya jî tiştekî ne xweş
tune ye. Min li ser nvîsa Osman Ozçelîk qala bîranîneke xwe kiriye.
XXX
2008-05-15
Birayê hêja,
Min û xanima xwe me bi kêfxweşî kî geş nivîsa te xwand. Te carek din em birin
demên berê. Ji ber wê yêkê ez û xanima xwe sipasîyên xwe ji cenabê tere pêşkeş
dikin.
Bi i rêz û silavên birayetîyê.
Osman û Şadiye
XXX
2008-05-16
Ji Osman Aydin ra
Kekê hêja merheba!
Gelek sipas ji bo e-meil û wan gotinên te yên dostane û qedirşînas.
Birayê hêja, min di nivîsa xwe da qala "perexwarina" Ahmed Karli
nekir, min nexest ez ji derve xwe tevê bikim, min eşkerekirina wê ji te
ra hîşt.
Ji ber ku şahidê bûyerê tu yî, gelkî baştir e ku tu binivîsînî. Û
nuha jî waye wezna wê hatiye, yanî minasebet çêbûye tu binivîsînî.
Bi baweriya
min ev yek hinekî jî berpirsiyariyeke te ya dîrokî ye. Bi kurdî binivîse û ji
min ra bişîne ezê zimanê wê rast bikim. Jixwe kurdiya te gelkî baş e,
min texmîn nedikir ku hewqasî baş be.
Ezê jî di demeke kin da çîroka kitêba Dr.Şivan binivîsim.
Gelek hurmet û silavên biratiyê ji bo te û Şadiye abla.
Bi nasîna we we ez pir dilşa bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar