Ez ditirsiyam birayê min Fûad ewê rê dernexe, nikanibe were
malê. Lê mêrik ji min baştir riya malê derxist,
Min hew carê nêrî telefon kir,
got keko va ye ez hatime sentrûmê, têm malê.
Dilê min teperep bû, min digot ewê şaş here. Lê ez şaş bûme. Mêrik Stockholmê wek nav kefa destê xwe nas dike.
Zarokên bajarî jîr in. Ez feqîrê Xwedê hewqasî ne jîr im.
XXX
Birayê min Fûad îro saet di 17.00a da ji Goteborgê tê. Serê
mehekê ye li wir li ba lawê xwe û neviyên xwe bû.
Min got heyra ez werim pêrgî te, got na neyê, ez kanim rê
derxim.
Lawikê me Rojen jî got apê min zîrek e, neçe ew kane rê
derxe.
Hêvî dikim texmîna wî rast be û li Stockholmê wenda nebe.
Lê heger wenda bibe jî tişt nabe, ewê jê ra bibe
serpêhatiyeke xweş û macarayek Swêd.
Ez neçûm pêrgî lê li malê jî tembel tembel rûneniştime, jê
ra xwarinê û zeleteyên cûr be cûr hazir dikim. Belkî jê ra wiha baştir e
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar