14 maj 2022

Di nav tirkan da neyartiya kurdan qirêdiya siyasetmedaran zêde dike

Li Tirkiyê kîjan hukûmet tê ser hukim ji bo kurdan zêde ferq nake, dijminekî Tirkiyê yê daimî heye, ew jî kurd in. Dijminatiya bi kurdan ra bûye pîvan û şertê tirkbûnê û welatparêziya tirk.

Koalîsyona AKPê û MHPê hinekî zêde har e, çimkî herdu jî hereketên irqçî, pantirkîst û antî-kurd in, lema jî wek gurên devbixwîn in, tim di êrîşê da ne.

Lê neyartiya kurdan di nav tirkan da pere dike, qirêdiya siyasetmedarên antî-kurd zêde dike. 

Kîjan serok û partî zêde neyarê kurdan be tirk bêtir jê hez dikin û rayên xwe didinê.

Ji ber wê ye Erdogan neyartiya kurdan ji bo xwe kiriye destûr, siyaseta xwe li ser asasê neyartiya kurdan ava kiriye, lema jî tirk tim li piştê ne.

XXX

Kurdên di siyasetê da ji ber rejîma Tirkiyê dadixun, berpirsiyarên dewletê zeyt dikin, heta hustuyê xwe li ber wan xwar dikin şaşiyê dikin, di otosansorê da, di hustuxwarkirinê da ne li karê ne, li zirarê ne.

Erê serê xwar nayê jêkirin, lê di nava milet da tu qîmeteke wî serî jî namîne. Dibê meriv xwe belasebeb erzan neke, xwe biçûk nexîne.

Dijminên me pir bêbext û bêbav in, dixwazin me pûç û bêşexsîyet bikin. Dibê meriv neyê lîstika vî neyarê devbixwîn.

Tiştê em bibêjin û jê tawîzê nedin ev e: Em kurd in, welatê me Kurdistan e, azadî û serxwebûn wek her miletî mafê me ye jî.

 

XXX

Birayê min Fûad îro saet di 17.00a da ji Goteborgê tê. Serê mehekê ye li wir li ba lawê xwe û neviyên xwe bû.

Min got heyra ez werim pêrgî te, got na neyê, ez kanim rê derxim.

Lawikê me Rojen jî got apê min zîrek e, neçe ew kane rê derxe.

Hêvî dikim texmîna wî rast be û li Stockholmê wenda nebe.

Lê heger wenda bibe jî tişt nabe, ewê jê ra bibe serpêhatiyeke xweş û macarayek Swêd.

Ez neçûm pêrgî lê li malê jî tembel tembel rûneniştime, jê ra xwarinê û zeleteyên cûr be cûr hazir dikim. Belkî jê ra wiha baştir e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE