Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05.14
*Çûm ser tuxtorê dirana. Li welêt me nizanîbû firçe û macûn
çi ye. Min tu carî diranên xwe firçe nedikir. Jixwe kultura diranfirçekirinê li
ba me tunebû. Lema jî di vî umrî da di devê min da diran nemane. Ji bo sibe
saet di 10. 00da wexteke din da min.
*Saet 16.30î da ji kar derketim. Çûm kongreya sendîkayê. Kongre saet di 19.00a
da bû. Ev cara pêşî bû beşdarî kongreya sendîkayeke swêdî dibûm û min raya xwe
dida.
XXX
1988-05-14
Federasyonênê ji bo Ordîxanê Celîl şeveke şahiyê çêkiribû. Ez jî çûm şevê. Gelek
kes hatibûn. Hetanî derengê şevê(11.30)li wir bûm.
Federasyonê zîyafetek baş neda, zelete û hin mêwe dabûn ber milet. Şerab
dananîbûn ser masan, bi şûşê digirandin, qultek dixistin tasikên xelkê.
Meriv ya tiştekî xweş çêdike ya jî çênake.
Saet 12.00ê şevê gihîştim malê. Min dît kaxetek bi ser deriyê me xistine, bi
swêdî nivîsîne ”pîreka te çûye nexweşxanê.”
Min çû li deriyê wan xist. Jinikê mesele ji min ra got.
Hêvî bihalkî(ducanî)bû. Cîrana me ya swêdî ban ambûlansê kiriye, Hêvî û lawikê me Azad(12 salî ye)şandine nexweşxanê, Rûken(10 salî ye) jî biribû mala xwe.
Min Rûken girt û em bi texsiyê çûn nexweşxaneyê. Çer ez
gihîştim nexweşxanê resepsîyonê, oda wê ji min ra gotin, ez bi lez çûm odê. Hîn
ez negihîştibûm hundur hemşîreyê ji min ra got ”lawikek ji we ra çê bûye…”
Ji bo ku ez ne li mal bûm û wiha bû ez pir li ber xwe ketim. Zarok jî tirsiya
bûn, nizanîbûn çi bikin. Wê jî nikanîbû telefon bikira, çimkî ne zane, ne jî swêdiya
wê heye. Xwedê kir Azad alîkarî ji cîrana me xwestiye.
1996-05-14
Îro rojbûna Serhatê me ye, dibe 8 salî. Min û diya wî jê ra
hin tişt kirîn. Emê roja şeniyê jê ra festekê çêkin. Me ban çend zarokên
hevalên wî kirine.
li Swêd adet e, di pîrozbahiya rojbûna zarokan da meriv ban hevalên ew dixwazin
werin dike.
Swêdî xweş pîroz dikin, em jî ji mecbûrî pîroz dikin lê wek wan nizanin xweş
bikin.
XXX
1997-05-14
*Ordiya tirk îro dîsa êrîş bir ser hêzên PKKê û qismekî
Kurdistana başûr dagir kir. Li gorî xeberên medya tirk êrîşa Tirkiyê li ser
daxwaza PDKê bûye, Mesûd Barzanî ji Tirkiyê alîkarî xwestiye, gotiye werin
alîkariya me.
Telewîzyona MEDê jî ev îdîa di xeberên xwe da dubera kir. PKK dibêje PDK û Tirkiye bi hev ra şerê me
dikin.
Heger ev îdîa PKKê rast be, yanî heger bi rastî jî PDKê ji Tirkiyê alîkarî
xwestibe pir şaş e, dibê meriv rexne bike û di dawiyê da jî PDK ewê li zirarê
derkeve. Ev yek di nav kurdan da ewê dijminatiya PDKê zêde bike.
Helbet hevkariya PDKê bi Tirkiyê r apir xerab e, dibê meriv rexne bike.
Ya din PDK ewê ji vê tifaqa xwe ya bi tirkan ra zirareke mezin bibîne.
Tifaqa PDKê li başûr ewê PKKê di nav kurdan da xurt bike.
*Osman Ocalan gotiye ji serê salê da ye ew bi hazirî bûne û leşkerên tirk ewê
nikanin wek hatine bi silametî vegerin. Xwedê bike rast be, tirkan perîşan bikin.
Li gorî xeberên medyayê di nabêna 40-60 hezar leşkerên tirk di şer da ne. Jimareke pir mezin e. Dagirkirina Kurdistna Başûr e.
*Teşxela nabêna Necmettîn Erbekan û leşkeran roj bi roj kûrtir û tûjtir dibe. Leşker di
26ê gulanê da şûra leşkerî dicivînin. Hela em binêrin ewê çi binêrin dîsa ewê çi fermanê bidin Erbekan !
XXX
1999-05-14
Ew camêrê ji Radyo û Televîzyona Swêd(li Sundsvalê) çend roj
berê ez pê ra peyivîbûm û soz dabû min ewê programa Mihemed Ûzûn ji min ra bişîne,
program şandiye û tu pere jî ji min nexwestiye.
Ji xwe dema ez pê ra peyivîbûm gotibû ezê ji te ra belaş bişînim. Esas dema
meriv ji arşîvê bixwze 800 kron e.
Min tavilê telefonî Mûrad kir û got program di kasêta vîdeoyê da hatiye, ez
nuha ji te ra dişînim.
Ji kêfa bask tunebû pê bifiriya, got welle helal be ji te ra. Min got heyran
min tu tiştekî zêde nekiriye, min tenê telefonek kiriye. Lê ji ber ku ew gelekî
rebenokî ye, lema jî dema yek tiştekî biçûk jî dike pirr mezin dibîne. Axirê
pir memnûn bû. Ewê li programê temaşe bike û li ser Mihemed Ûzûn tiştekî
binivîse.
XXX
2021-05-14
Ji Aşik Bahrure xanimê ra
Xanima delal, tu xanimeke kurd e, kurmancîya te pir xweş e. Lê nivîsa profîla te bi tirkî ye! Ma peyveke kurdî ya kêfa te jê ra were tuneye ? Tiştekî bi kurdî binivîse bira însan ji te îlhamê bigrin, ew jî gotinek kurdî hilbijêrin. Zinarê Xamo Stockholm
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar