13 maj 2022

Erdogan: Em li dij in Swêd û Fînlandiya bibin endamê NATOyê !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî endametiya Fînladyayê û Swêd ya NATOyê derketiye, gotiye ne mimkûn e em tiştekî wiha qebûl bikin. Çimkî welatên Îskandînavî bûne hêlînên terorîstan.

Li ser pirsên rojnamevanan mêrik wiha pê da çûye:

Erdohgan: ”Nuha em pêşketinên li ser Swêd û Fînladayê taqîb dikin, lê belê fikrê me yê li ser vê meselê ne pozîtîf e. Çimkî hukûmetên berî me di mesela endametiya Yûnanîstanê ya NATOyê da şaşî kirin. Hûn zanin Yûnanîstan bi piştgiriya NATOyê dijminatiya Tirkiyê dike. Em naxwazin di vî warî da wek Tirkiye şaşiyeke din bikin.
Ya din jî welatên Îskandînavî mixabin bûne wek mîvanxaneya terorîstan. Swêd, Hollanda bûne hêlînên PKKê, DHKPCê. Heta ez hinekî din jî bi pêşda diherim, di meclîsên wan da jî terorîst cî digrin. Ji ber wê jî ne mimkûn e em pozîtîf li endametiya wan binêrin.”

Bi vê gefê dixwaze xwe bi Pûtîn şîrin bike, bibêje binêre ez li dijî endametiya wan im, ji bo ku Pûtîn jê ra him bibêje eferim û him jî li Sûriyê wî rehet bihêle.
Ya din jî li dû kulûca ye, wer bawer dike bi tehdîdê ewê tiştekî ji Amarîka û ewrûpiyan biçirpîne, yanî li dû qurişa ye...

Serokê dewleteke wek Tirkiyê dagirker, faşîst, zorba, ji medenîyet û huqûqa navnetewî û hemû azadî û mafê mirovan pêpar diwêre vê quretiyê bike û ji welatên Îskandînavyayê ra bibêje ew bûne hêlînên terorîstan.

Helbet qesta wî ne terorîstên Daîşê û îslamî ne, ew yên wî ne, ew terorîstên Daîşê û îslamê wek qehremanan dibîne, bi hezaran kirine leşkerên xwe.

Yanî qedda wî ne terorîstên Daîşê û îslamî ne, qesda çend kurdên ji ber zulm û terora dewleta wî reviyan e.

Ji ber ku hinek kurd ji ber terora dewleta wî xelas bûne û li van welatan sitirî ne bi Erdogan pir zor tê, lema jî welatên Îskandînavî wek mîvanxaneyên terorîstan dibîne.

El Bexdadî di hêmêza wî da hat kuştin, yê ket dewsa El Bexdadî ew jî li ba wan hat kuştin, bi hezaran terorîstên ji Ewrûpayê çûn Sûriyê giş di ser Tirkiyê ra çûn, li wir rojan, bi mehan şarge bûn, bi sedan birîndarên Daîşê li nexweşxanyên Tirkkyê tedawî bûn Tirkiye ne hêlîna Terorîsta ye, lê welatên Îskandînavî mîvanxaneyên terorîstan e.

Sûcê eweûpiyan e, wan çavên xwe ji her kirinên Tirkiyê ra girtin, hevkariya û alîkariya Tirkiyê ya bi terorîstan ra îdare kirin, lema jî Erdogan aşûnî kirin; êdî ew ji wan ra dibêje hûn hevalên terorîstan in.

Mêrik bi vê perîşanî û zugurdiya xwe jî gotiye dibê me Yûnanîstan nekira endamê NATOyê, lê ev ji me ra bû ders, lema jî emê şaşiyeke wek wê dubare nekin û nehêlin Fînlandiya û Swêd bibin endamên NATO.

Sûcê mezin ê Amerîka û ewrûpiyan e, bi hustuxwarkirinê Erdogan gewî kirin, lema jî mêrik diwêre van fortan bide xwe û bibêje em qebûl nakin Swêd û Fînlandiya bibin endamên NATOyê.

Welatekî wek Tirkiyê endametiya NATOyê qet heq nekiriye, dibê Tirkiyê ji endametiya NATOyê derxin. Bersîva NATOyê ji Erdogan ra  dibê ev be, lê ez bawer nakim kes viya bibêje û ji NATOyê bixwaze. Ewrûpî bi vê newêrekiya xwe Erdogan û tirkan sitûr û aşûnî dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE