13 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -118-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-13

*Piştî kar çûm ser optîker ji bo berçavkek nuh bigrim, ji wir jî çûm bajêr. Li qahwexanê rastî Riza Polat hatim. Piştî hinek sohbet, em rabûn bîstekê bi hev ra gerîyan. Min got were em herim mal. Got bira bimîne rojeke din. Me biryar li ser roja çarşemiyê da.

*Bi şev min telefonî Rezaq Feylî kir, jê ra got xebera Komîta Nûneran bide Komela Îranê û Kalstadê. Got Şoreş Eskerî telefon kiriye, gotiye kongreya wan heye. Em jî kongra xwe çê dikin.
Min got dibê herdu komele jî tarîxa kongreyên xwe nivîskî ji me ra bişînin.
Hetanî nuha jî du komeleyên Yekîtiyê tarîxa kongreyên xwe ji me ra neşandine.
Li gorî destûra me wext derbas bûye. Min ev yek ji Rezaq ra got.
Rezaq jî baş zane dibê kongreyên komeleyan 15 rojan berî kongreya Federasyonê çê bibin. Hevalên Yekîtiyê di mesela çêkirina kongreyên xwe da xemsar in, ev yek dibe problem.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar