12 maj 2022

Kurd çima wek cihûyan û filistîniyan ne nasyonalîst in?

Kurd çima wek filistîniyan, wek cihûyan ne nasyonalîst in, çima kurd jî weke filistînî û cihûyan bi ruh û can dewletekê, welatekî serbixwe naxwazin?

Gelo sebebê vê zeîfiya nasyonalîzma kurdî çi ye, kurd çima wek filistîniyan û cihûyan ji welatê xwe hez nakin, çima ew jî wek wan ne girêdayî axa xwe û welatê xwe ne?

Çima kurd hewqasî rehet dev ji zimanê xwe berdidin, asîmîle dibin û zû dibin tirk?

Esbabî mûcîbeya vê zeîfiya welatperweriya kurdan çi  ye, çima 40-50 milyon kurd bi hev ra doza azadiyê û serxwebûna xwe nakin?

Çima hîn jî bi milyonan kurd rayên xwe didin dijminên xwe, dagirkerên welatê xwe, çima bi milyonan kurd bûne hevalên neyarên xwe?

Helbet gelek sebeb û faktorên vê yekê hene. Tunebûna dînekî, mezhebekî netewî û tunebûna zimanekî, lehçeyeke mişterek du sebeb û faktorên muhîm in.

Ji ber ku dînê wan, mezhebên wan, zimanê wan, lehçe û devokên wan ne yek in, ne wek hev in lema jî li hev germ nabin, bi hev ra hereket nakin, dilê wan nakele ser hev.

Sebebekî din jî tesîr û rola bindestiya bi sedsalan e.
Bindestiya dûr û dirêj ya bi sedsalan şiûra millî, yanî ruhê miletperwerîyê û welatperwerîyê û hezkirina ji welatê xwe bi piraniya kurdan ra jar û zeîf kiriye.

Bindestiya bi sedsalan ruhê koletiyê bi piraniya kurdan ra xurt û qaîm kiriye.

Ez viya ji bo kurdên bakur dibêjim. Kurdên beşên din derî vê tespîtê dihêlim.

Tirkan di bindestiya bi salan da em kedî kirine, ruhê miletekî cihê, ruhê kurdayetiyê bi piraniya me ra nehîştine, em kirine merivên ruhkole û ji koletiya xwe razî.

Siyasetmedarên, ronakbîrên, dîndarên tirkparêz û ji hest û şiûra netewî bêpar jî bindestî û koletiya tirkan bi milet bêtir şîrîn kirine, normal û rast nîşan dane.

Çimkî îdeolojî û siyaseteke nasyonalîst û serxwebûnxwaz nekirine rêbaza xwe û felsefa xwe ya siyasî. Wan ji dewletê bêtir kurd asîmîle û entegreyî tirkan kirine. Pir rehet asîmîle bûne, pir rehet bûne tirk û bi xwe ra kurd jî hogirî tirkbûnê kirine, kurd heweisandina tirkbûnê.

Yanî di qebûlkirina koletiya ji tirkan ra sûcê siyasetmedar, serok û ronakbîr û dîndarên kurdan pir û pir mezin e.

Wan wek siyasetmedar, serok, alim û pêşengên milet, kurd şiyar nekirine kor û nezan û bêhiş kirine. Ruhê koletiyê bi kurdan şîrîn kirine, gotine xelasiya me di asîmîasyonê û di entegrasyonê da ye. 

Merivê ruhkole naxwaze ji koletiyê xelas bibe, bibe merivê azad û serbixwe, dixwaze kole bimîne, li dijî fikir û daxwaza azadiyê ye.

Bi kurtî, bindestiya bi sedsalan, zulm, heqaret, biçûkdîtin, îşkence, hefs, sirgûn û asîmîlasyonê ruhê koletiyê bi kurdan ra pir xurt kiriye, zû bi zû nikanin, newêrin dev ji koletiya xwe berdin û welatekî azad û serbixwe xeyal bikin.

Bawriya mile tya piraniya însanan bi azadiyê, bi çêbûna Kurdistanê nayê. Dem dem ev bawerî çê bûye, xurt bûye, lê neçûye zaferê, têk çûye.

Lema jî însan qudûmşukestî bûne, newêrin dest bi macereyeke din bikin. Îro lîderekî, partiyeke bikanibe baweriya serxwebûnê û serketinê bide kurdan tune ye, serokên hene yek jî nikane wê baweriyê bide gel.

Heta sebebê vê bêtifaqî û perîşaniya miletê kurd jî ev siyasetmedar, serok û partî ne.

Kurdên serxwebûnxwaz, yên baweriyê bi rizgarbûnê, bi çêbûne Kurdistanê tînin pir hindik in, hêza wan têra xelasiya ji bindestiyê nake.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE