Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05—12
Min û Heyder(Heyder Diljen) soza dabû hev emê li bajêr hevu bibînin. Min herdu zarok jî bi xwe ra birin. Min got ezê wan jî li bajêr hinekî bigerînim. Em bîstekê geriyan, me sohbet kir. Min ji Heyder ra qala axaftina xwe û Seîd Aydogmûş kir. Jixwe wî zanîbû Seîd çi difikire.
XXX
1987-05-12
Ji bo hatina diya min, min ji Fûadê me ra 280 D-mark şand. Ez baş ketim bin deyna. Law bi Xwedê feqîrî pîs e, meriv zengîn be gelkî baştir e.
XXX
1989-05-12
Min Hvî bir nexweşxanê ser tuxtor. Ev çendake nesax e, bêtaqet e. Tuxtor miayene kir, got tiştekî wê tuneye. Tu derman merman jî nedayê.
Tuxtorên vir wiha ne, wek tuxtorên me bi kîsan dermana nadin meriv. Ne nexweûiyeke giran be derman nadin meriv.
Danê êvarê dibê herim berçavka xwe bigrim.
XXX
12/5-99
Roja yekşemiyê(9/5-99) rojnameya Ozgur Polîtîkayê bi Mihemed
Ûzûn ra hevpeyvînek kiriye. Min bi xwe hevpeyvîn hîn nexwendiye.
Faysal
Dagli di Ozgur Polîtîka îro da li ser vê hevpeyvîna bi Mihemed Ûzûn ra nivîseke
baş nivîsandiye, ew riswa û perîşan kiriye.
Piştî ku vê eskeriya Mihemed Ûzûn rexne dike, dibêje helbet wek her kesî Mihemed Ûzûn jî dikane çewtiyê bike û meriv jî dikane wî efû bike.
Lê di rewşek wiha da dibê ew wî fiîlê xwe(tiştê kiriye) çewt bibîne û bi hawakî eşkere ji gelê kurd uzrê xwe bixwaze.
Gotiye Mihemed Ûzûn him ev nekiriye, him jî di ser da li kesên ew rexne kiribûn heqaretê dike, wan nezan dibîne.
Dagli ne Mihemed Ûzûn tenê, hevalên PKKê jî rexne kiriye, gotiye, ”fena ku qet tiştek neqewimî be qebûlkirina Mihemed Ûzûn ne rast e, şaşiyeke mezin e.”
Min Faysal Dagli teqdîr kir. Bi baweriya min tiştekî baş kiriye. Him Mihemed Ûzûn û qurretiya wî rexne kiriye, him jî oportunîstiya PKKê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar