11 maj 2022

Gerek em ji serpêhatiyên pêşiyên xwe dersê bigrin !

Heger me ji pêşiyên xwe, ji tarîxa xwe ders û ibret bigirta me tu carî neyartî û şerê hev nedikir û pişta xwe nedisipart dewletên dagirkerên welatê me.

Dawiya hevaltîya bi dewletên dagirker ra têkçûn û trajedî ye. Tarîxa me bi gelek numûnan şahidê vê rastiyê ye. 

Dewletên dagirker çi anîn serên pêşiyên me, serên siyasetmedar û serokên berî me, ewê eynî tiştî bînin serê me jî. Rî dibe bihost dijmin nabe dost.

Çimkî bi dijmin ra tu carî bext û ûjdan tune ye, armancek wan tenê heye, me bindest bihêlin û Kurdistan çênebe. Silava wan, dostiya wan, alîkariya wan ji bo vê yekê ye.

XXX

Tu bi halê min, ez bi halê te, em kurd giş bi halên hev. Lê dîsa jî me fêm nekiriye ev rastiye hev.

Di tarîxê da kurd bi dostî, hevaltîya bi dijmin ra tim li zirarê derketine. Dibê her kurd bizanibe hevalbendî û zilamtiya dijmin ne xelasî ye, malwêranî û rûreşî ye.

XXX

Bêxwediyê zimên bêhestî ye digere. Geh ji bo tiştên baş digere, geh ji bo tiştên xerab digere. Geh ji meriv ra dostan çêdike, geh dijminan.

Meriv kanibe bi zimanê xwe baş e. Dibê meriv tu carî rişma serê zimên bernede, dibê ziman tu carî serî ji te nestîne. Heger serî ji te stend kane te bibe li qîş û zinaran biqelibîne, di newalan werke.

Zimano leqleq, serîyo teqreq.

XXX

Dilxwazî û hevaltîya partiyekê, hezkirina siyasetmedarekî gerek meriv mecbûrî parastina şaşiyan neke.

Carnan meriv kane bêdeng bimîne, lê ne mecbûre gotinên şaş biparêze, boyax bike, jê ra qal û qîlan bibîne.

Şexs kî dibe bira bibe, dibê meriv nebe abûqatê parastina fikrên çewt.

Tiştê meriv bi xwe rast nabîne, naparêze dibê ji bo xatirê xatiran neparêze û makyaj neke.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE