15 maj 2022

Min mîvanê xwe îro bîstekê gerrand

Ez, Seywan Saedîan û birayê min Fûad

Îro min û mîvanê xwe me bi hev ra  berê xwe da Stockholma xopan. Şansê me hebû îro roj xweş bû, ne baranê li em şil kirin, ne jî sermayê em qefilandin.

Berê em çûn pêşengeha hevalê Fûad heykeltiraş Seywan Saedîan.
Pîşangeha wî li Gallerî Kîllgîssayê bû. Seywan Saedîan heykeltiraşekî ji Kurdistana rojhilat e, berê 4 salan li Amedê maye, lê ev çend sal in hatiye Swêd.

Seywan Saedîan heykelên xwe ji xurdeyên kevn çêdike, yanî fîgurên wî ji hesinên û xurdeyên kevn in. Ji wan xurdeyên zengarî fîgurên muhteşem çêkiribûn.


Seywan Saedîan him heykeltiraş e, him resam e, yanî hunermendekî him resam e, him heykeltiraş e.
Em bîstekê li pêşangeha wî gerîyan û me hev û du nas kir, bîstekê sohbet kir.

Ji pêşangeha Seywan Saedîan em çûn nava bajêr, me dostê xwe yê hêja Xelîl Duhokî dît. Dostê minê ezîz Xelîl Duhokî û birayê min Fûat jî dostên hev in, her cara Fûad tê Stockholmê miheqeq dostê xwe Xelîl dibîne.

Îro Stockholm pir qelebalix bû, li qahwexane û pastexaneyan cî tunebû, axirê me qahwexaneyeka sakîn dît û bîstekê sohbet kir.

Li Stockholmê gelek derên xweş ên meriv li biger hene, di rojekê da meriv nikane hemûyan bibîne. Ezê hêdî hêdî nîşanî mîvanê xwe bidim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE