17 maj 2022

Gerek dezgehên kurdan li hemberî bazara Tirkiyê û Swêd bêdeng nemînin

Li gorî medyaya swêdî û kurdî dinivîsîne Tirkiyê 21 kurd ji Swêd xwestine.

We şaş nexwend, Tirkiyê ji Swêd ra gotiye heger hûn van ”21 kurdên terorîst in” nedin me, emê endametiya we ya NATOyê qebûl nekin. Yanî Tirkiye dixwaze bazarekê li ser me bi Swêd ra bike.
Em nizanin Swêd ewê bazareke wiha, zorbatiyeke wiha qebûl bike ya na.

Heger em, rêxistinên me, komeleyên bêdeng bimînin, heger Tirkiye di vê daxwaza xwe da bi ser keve ewê dawiya vî îşî neyê
Tirkiye kane sibe jî daxwaza girtina Federasyona Komeleyên Kurdistanê, ya Komela Nivîskarên Kurd jî bike û hemû komeleyên me jî bike.

Çimkî Tirkiye naxwaze li Swêd tu kurdekî welatparêz, tu dezgeh û organîzayoneke kurdan hebe, yên hene jî dibê werin girtin, dibê werin bêdengkirin.

Lema jî dibê Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Dîakurd siyasetmedarên kurd, hemû parlamenterên kurd û kurdên endamên partiyên swêdî li hemberî vê bazara Swêd û Tirkiyê bêdeng nemînin, miheqeq dengê xwe bilind bikin.

Bêdengiya li hemberî vê daxwaza Tirkiyê ne rast e, kane bibe sebebê Swêd bazaeke wiha qebûl bike û bi rastî jî hin kurdan teslîmî Tirkiyê.

Ji bo wê jî gerek Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Dîakurd û hemû parlamenterên kurd ên endamên partiyên Swêd bi xurtî li dijî vê bazara pîs û bêexlaq derkevin.

Swêd îro teslîm bibe û 21 kurdî bide Tirkiyê, piştî demekê Tirkiyê ewê 21 kurdên din bixwaze.

Yanî Tirkiye di vê zorbatiya xwe da, di vê terora xwe ya navnatewî da bi ser keve, sibe ewê gelek kurdên din jî ji Swêd bixwaze, ewê nehêle yek kurd jî bibe parlamenter û yek rêxistineke kurd jî li Swêd hebe.

Lema jî dibê rêxistinên kurdan û Federasyona Komeleyên Kurddistanê, Dîakurd vê meselê cidî bigrin û muheqeq bi xurtî protesto bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE