18 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -123-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-18
Min, Husên Aksaç û Betal soz dabû hev, em îro bi hev ra herin derekê, xwe bidin rojê. Me yê danê nîvro saet di 12a da hev bidîta, lê ew nehatin. Ez tenê çûm. Ji wir jî çûm komelê.

Tayfûn(Malmîsanij)ji min ra kovara Hêvî şandibû, li komelê bû. Min girt.


Di vegerê da rastî Husên Aksaç û Betal hatim, em bi hev ra hatin mala me. Em heta 10ê şevê li mal rûniştin, me sohbet kir. Em li ser gelşên tevgerên kurdan peyivîn. Min got dibê meriv xwe organîze bike, bê organîze, bêpartî nemîne. 

Wan jî got rast e, dibê meriv bi organîze be û yekîtiya xwe çêke. Herduyan jî rexne li Ozgurluk Yolu(Riya Azadî) digirt, ji Rizaya Azadî ne razîbûn.
Ez bi Hemê ra peyivîm. Ji min ra got:

”Riya Azadî li hemberî te herb îlan kiriye! Pir bi êrîşî te dikin. Lê emê bi xurtî te biparêzin.”
Ez zanim hevalên Riya Azadî qet ji min hez nakin, tim di eleyhê min da dipeyivin. Sebeb çi ye min baş fêm nekirye.

XXX
1986-05-18

Civîna redaksîyona Berbangê. Xebat Arif nehat, ji kesî ra jî negotiye nikane were.

Her kesî nivîsên xwe teslîmî Ahmed Cantekîn kir, ji bo ku binivîsîne. Min du nivîs û xeberek biçûk teslîm kir. Nivîsek bi navê ”Dîroka me û du bûyer”, yek jî ”li ser semînera rojnamegeriya Kurdistanê”.

Berî civîn dest pê bike di nabêna Mueyid Teyib û Henefî Celeplî da li ser civîna ji bo bîranîna Hêmên da minaqaşeyeke ne xweş çê bû. Derdê Henefî Nayê kişandin.

Min nizanîbû merivekî hewqasî cirnexweş e, pê r axebat pir zor e.

Piştî civîn qediya, em rabûn Mueyid got ezê ji redaksîyonê îstîfa bikim. Min û Bavê Nazê got çewt e, dibê tu îstîfa nekî.

Min pê ra hinekî jî li ser Apociyan sohbet kir. Got:

”Ez şerê wan ê li hemberî Tirkiyê rast dibînim, lê ez li dijî êrîş û kuştinên wan ên li hemberî kurda me. Û heger rojekê Kurdistan di bin serokatiya Apociyan da xelas bibe ezê neçim wê Kurdistanê.”

Min di dilê xwe da got ev camêr merivekî pir jîr e. Evdila Ocalan û Apocî baş nas kiriye.

XXX
1987-05-18

Hetanî saet pêncê(17.00)êvarî li komelê li ser Armancê xebitîm. Min min nîs giş kontrol kirin. Ji ber ku gelek kes kurmancî baş nizanin, rastnivîsê nizanin, lema jî di nivîsan da şaşî pir in. Yê textîlo dike jî nizane rast bike. Lema piştî nivîs diqedin dibê meriv baş kontrol bike.
Lê dîsa jî şaşî pir in. Çimkî em yên rast dikin jî zimên baş nizanin. Em di rûnê xwe da dijilin.

XXX
1999-05-18

Li gor rojnama Ozgur Politika hêzên dewletê li Silopîyê li hember gerîla çekên kîmyawî bi kar anîne û di netîcê de 20 gerîla di şikeftekê da şehîd ketine.
Di xebera rojnameyê da tê gotin di 11ê gulanê da li dora gundê Ballikaya di nabêna gerîlla û hêzên dewletê da şer derdikeve, piştî şer gerîlla digrin çemberê û rakêtên bi çekên kîmyawî davêjin ji wan da û bi bi vî hawî 20 kesî şehîd dikin.

XXX
2018-05-18

Ferzan Şêr gotiye ew li Zanîngeha Mîmar Sînan beşa sosyolojiyê dixwîne. Tezekê li ser romana kurdî dinivîsîne. Mijara teza wî ”sosyolojiya romana kurdî ye.”

Nivîskarekî bi navê Xemgînê Temê  ji min pirsî ye. Gotiye tu wî nas dikî ya na?
Gotiye romaneke wî bi navê ”Pala Bêşop” heye.
Ez Xemgînê Temê nas nakim û min romana wî jî nedîtiye.

Min ev bersîva jêr da Ferzan.

Merheba Ferzan!

Na weleh ez nas nakim. Bi îhtîmaleke mezin navê leqeb e, mahlas e. Di Nefelê da nivîseke Îbrahîm Seydo li ser romanên kurdî heye, navê wî jî tê da ye. 

Roman di sala 1983a da li Stockholmê ji alî Weşanxaneya Sarayê ve çap bûye. 

Tu kanî ya ji Îbrahîm Seydo Aydogan ya jî Weşanxana Sarayê bipirsî. Zinarê Xamo Ev jî lînka nivîsa Îbrahîm Seydo Aydogan e 

XXX
2021-05-18
Ji Bedel Boselî ra

Bedel merheba!
Bedel, nivîsên min paş da hatin. Sipas ji bo alîkariya te. Lê agahiyên binê nivîsa bûye tirkî. 

Zimanê bloga min swêdî ye, lê agahiyên binê nivîsan bûye tirkî; him jî yên hemû nivîsên min, yên 14 sal berê jî bûne tirkî. Çima wiha bû, ezê çawa ji tirkî xelas bibim? 

Ez ketime bextê te, min ji vê tirkiya xelas ke… 

Gönderen Zinarê Xamo zaman:
20:44 Inga kommentarer:
Etiketler: Rojeva Siyasî

Ev çend roj in di bloga min da problek heye. Min mesele ji Bedel Boselî r agot, camêr alî min kir, blog serrast bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar