18 maj 2022

Tirkiye wek tajîyê dabe ser pişta xezalê wer li pey me ye

Kûçikê narkotîkayê çawa bînê digerîne, Tirkiye jî li der û li hundur wek kûçikê narkotîkayê wer li dû me ye kurda ye.

Li ku dera dinyayê dibibe bira bibe ji bo Tirkiyê ferq nake, dibê destê dewleta tirk tim gewriya me da be, me bifetisîne. Em bûne xezal, Tirkiye bûye tajî wer li ser pişta me ye...

Berpirsiyarên Tirkiyê ji Swêd, Fînlandiya û Amerîkayê ra gotine, têrê nake Fînland û Swêd ji PKKê ra bibêjin ”terorîst”, dibê Swêd û endamên NATOyê destûrê nedin xebatên kurdan yên li dijî Tirkiyê.

Yanî Erdogan dibêje em li Tirkiyê çi tînin serê kurdan dibê 30 welatên endamên NATOyê jî eynî wek me bikin. Mêrik aşûnî bûye, bûye wek rûviyê bi dêla xwe bilîze.

Dema meriv serê xwe li hemberî dîktatoran, çeteyan xwar bike dawî ev e, dibê hûn têkevin bin emrê Erdogan.

Erdoganê emîrî Daîşê dibêje Swêd bûye hêlîna terorîstan. Û ne Swêd, ne jî NATO jî tiştekî jê ra nabêje.

 
XXX

Perwerde însên zana û baştir dike. Lê sîstema perwerdeya Tirkiyê însên baş nake, di ser da xerab dike, dile irqçî û neyarê miletê kurd. Jixwe armanca perwerdeya Tirkiyê ya esasî formateke xerab, irqçî û antî kurd bide mejiyê însên.

Lema jî tirk dema çav li ala kurdî û li navê Kurdistanê dikevin vediciniqin, gurrûzî digre canê wan, gelekên wan dibin gurê har û êrîşî meriv dikin

 

XXX

Hebûna Tirkiyê bi vî rengî, bi vê sîstemê ji bo cîranên wê jî û ji bo Yekîtîya Ewrûpayê jî talûkeyeke pir mezin e.

Heger Yekîtiya Ewrûpayê û welatên cîranên Tirkiyê dixwazin rehet bikin, bê teşxele û şer bijîn dibê Tirkiyê basko bikin, zincîr bikin, têxin qefesê.

Tirk gurên har in, tu gur bera nav kîjan kerîyî bidî ewê pezekê jî saxlem nehêle, kîjan pez bilive ewê bikuje.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE