19 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -124-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-19

*Minê destûra Federasyonê bida Seîd, çûm bajêr ew nehat.
Kongreya Federasyonê heye, bi şev li ser rapora xebatê xebitîm.

*Ji bo çûyina Rezazî ya Danîmarkayê bi Rezazî ra peyivîm. Got hetanî 3 rojan ezê bersîvê bidim te. Min ev yek ji Heyder(Heyder Diljen)ra got.

*Telewîzyona swêdî di xeberên 21ê da qala grewa kurdên di kampê da kir. Îro di rojnameya Aftonbladetê da jî li ser vê yekê xeberek heye.

XXX
1986-05-19

Me civîna Armancê saet 14a da li mala Mûrad Ciwan çê kir. Ez, Mûrad, Nîmet Aydin, Mihemedê Hekarî hazir bûn. Malmîsanij gotibû karê min pir e, ez nikani, di redaksîyonê da kar bikim. Necdet Gundem jî ji Mûrad ra gotibû îro karê wî heye, nikane were.
Me nivîsên vê jimarê tespît kirin.

Di civînê da min got bira nivîsa Ebûbekir Pamûkçu neyê weşandin. Ya din jî bira navê Armancê bibe TÎRÊJ, ya jî navekî din. Çimkî 3 heb Armanc derketine. Heger em dev ji navê Armancê bernedin belkî Dahîrîa Kulturê alîkariyê jî nede me.

Heger em alîkariyê negirin derxistina Armancê pir zor e, emê nikanibin bidomînin.

Pêşniyara min nehat qebûl kirin, Mûrad li dij derket, di navê Armancê da israr kir.

Ji bo ku li ser Hêmin û li ser rojnameya Kurdistanê tiştekî binivîse ez bi Mueyis Teyib ra peyivîm. Di civîna Armancê d amin ev wezîfe girtibû ser xwe.

Mueyid got, ezê sibe telefonî te bikim. Di vê nabênê da got ezê ji redaksîyona Berbangê îstîfa bikim, ez ji biryara xwe venagerim. Ez li dij derketim lê pere nekir. 

XXX
1987-05-19
Îro jî saet hetanî nehê şevê li komelê li ser Armancê xebitîm. Meriv diweste. Ax ji derdê van şaşiyan !
Kes nizane em bi çi halî vê rojnameyê derdixin. Ne ev îdîalîzim bûya me nikanîbû ev rojname derxista.


XXX

1989-05-19
Me civîna Armancê çêkir. Min got ji bo teslîmkirina nivîsan dibê em wextê tespît bikin. Gerek hetanî wê rojê her kes nivîsa xwe bîne teslîm bike.
Gava "Rojeva mehê" derreng dikeve hevalên din jî dibêjin, çawa nebe wa ye "Rojeva mehê" hîn nehatiye, wê demê ne hewce ye em jî ecele bikin.
Nivîsa "Rojeva mehê" Mûrad Ciwan dinivîsîne.
Mûrad nivîsa xwe bi piranî ya derng tîne, ya jî di deqa dawî da tê li wir dinivîsîne. Hêvî dikim ev rexneya min tesîrekê lê bike.

Hesen Mizgîn(Necdet Gundem) got, em ji bo civînan programa salekê çêkin. Heval keniyan.

XXX

1996-05-19

Me îro rojbûna Serhat pîroz kir. Şeş(6) zarokên hevalên wî hatin. Me ban Mistefa(Riza Polat), Salim Çelîker û xanima wî û Abid Dundar û xanima wî kiribû. Ew jî hatin.
Me ban Mahmûd Lewendî jî kiribû lê nehat. Telefon kir, got kitêbeke Elî Çîftçî di destê min da ye rast dikim, lema jî li qusûra min nenêre ez nikanim werim.
Abid û xanima xwe pir alîkariya me kirin. Ez vê çêya wan ji bîr nakim. Salim û Mistefa her yekî kitêbek bi emanetî birin.

 

XXX

1999-05-19

*Azad çû Emerîkayê. Min xwest pê ra herim balafirxanê qebûl nekir, got ne hewce ye. Bi şev em hetanî destê sibê ranketin. Ji ber ku ez pirr bê xew bûm ez neçûm kar.

*Mahmûd Kîper telefon kir, got min bihîstiye te û Wîldan(Tanrikulu) li hev xistiye. Ez matmayä mam, min got kê gotiye ? Min kir nekir nav negot, bes got li Ûppsalayê yekî gotiye min dîtiye Zinar û Wîldan li qehwexana Hecî li hev xistine.
Xwedö hevsa meriv ji buhtanan bike !
Belasebeb negotine xelk kerasê nedirûtî li meriv dike.
Ê me jî bû ev mesele. Welhasil Xwedê meriv ji derewan bisitirîne.
Wê rojê li ser nivîsa min a li ser Mahmûd Baksî, Wîldan ez rexne kirim. Me hinek sohbet kir, got te mesele kiriye malbatî, ew ne rast e. Lê me tu tiştekî ne xweş ji hev ra negot, me dilê hev nehîşt. Wî fikrê xwe got, min jî fikrê xwe got.

*Rojnameya Ozgur Polîtîka îro jî li ser şehîdketina 20 gerîlla radiweste û cî dide beyana ARGKê. ARGK dibêje di destê me da delîl heye ku Tirkiyê çekên kîmyawî bi kar anîye. Delîl hebe jî tunebe jî ez bawer dikim bi kar anîne û tînin. Çimkî dibînin dinya çavê xwe ji kirinên wan ra digre.

XXX
2018-05-19

Umîd Demîrhan xwestiye ez çîroka wî bixwînim, rast bikim û fikrê xwe jê ra bibêjim
” Kekocan dembaş, min jî serê pîran dest bi çîroknivîsiyê kiriye. Heke dema te hebe ez hebekê ji te re bişînim, ji aliyê naverok, rêziman û rastnivîsê ve rexneyeke piralî bike ji kerema xwe. Hindik e 7-8 rûpel e. Zikata ilmê te be vê remezanê. Silav û rêz

2018-05-19 17:26

Umîd: Kekê Zinar bi texmîna min, min behsa ilm, zikat û remezanê kir kêfa cenabê te reviya.”


Bersîva min: Merheba xortê hêja! Na çima ewê kêfa min bireve ?
Gelek spas ji bo bawerîya te. Nuha wexta min qet tuneye û di 25ê mehê da jî rêwî me.
Lê dîsa jî çîroka xwe bişîne, ezê bixwînim. Ez ne rexnegirê edebî me.
Lê belê heger di warê zimên da kêmasiyekê bibînim ezê ji te ra bibêjim. Gelek silavên dostaniyê

XXX
2023-05-19

Baran merheba! Hûn çawa ne, baş in? Hêvî dikim siheta te li cî ye...
Baran, meh û nîvek berê min sê kitêbên we çapkiribûn ji te xwestibûn.
Te jî gotibû ser çavan, tu yê ji hevalan ra bibêjî, ewê ji min ra bişînin.
Meh û nîvek di ser ra bihurî, hîn kesî tu kitêb, mitêb ji min ra neşandine.
Baran, heger te daxwazeke wiha ji min kiribûya, bihayê wan kitêban çi ba jî roja din minê ji te ra bişanda. Perê min tunebûya, minê deyn bikira û bikiriya. Heta ne te, kurdekî ez nakim jî ji min bixwesta, minê dîsa jê ra bişanda.
Ne ji ber ku heqekî min li ba we heye, ji ber ku kitêb yên weşanxaneya we ne wek dostekî min ji te xwest. Ji ber ku şandina pera hinekî zahmet e min ji kitêbfiroşan nexwest, ji te xwest.
Min devê xwe bi te kir, te jî soz da, lê vala derket. Birayê ezîz, belkî sebeb ne ji te be, belkî sebebekî din hebe. Ez wê nizanim. Lê min xwest ya dilê xwe di dilê xwe da nehêlim, ji te ra bibêjim.
Bi ya min hevalekî tiştek ji meriv xwest û meriv jî soz dayê, dibê soza xwe bîne. Êdî tu kitêban ji min ra neşînin, heger were ezê paş da bişînim.
Ez ji te ne xeyidî me, dilê min ji te namîne, tu dostekî min î ezîz î. Min xwes bibêjim di tiştên wiha da dibê meriv hesas be, soza xwe ji bîr neke.
Gelek silavên biratiyê. Di kar û barê we da ji we ra serketinê dixwazim.
Zinarê Xamo
2023-05-19 Stockholm

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar