Di twîtterê da xortekî bi navê Mervan piştî serdana hin merivên xwe li Edenê, li ser tiştê dîtiye û bûye şahid wiha nivîsîye:
”Du roj e bo serxweşiyek ez li Edenê bûm û li gel gelek
pismamên xwe rûniştin. Heyf û mixabin zarokên yekî ji wan peyveke Kurdî
nediaxivî. Em ku koçer in, me peyveke tirkî nedizanî û gelek ji wan rojek
neçûne mektebê û ev çend salek e li Edenê ne lê zarokên wan Kurdî nizanin.
Cara yekem e ku tirsa mirina Kurdî ewqas bi dijwarî ket dilê min. Jin û mêr, dê-bav û zarok xwerû Tirkî diaxivîn. Mixabin sedem ne tenê asîmîlasyon e. Me bi her awayî xwe li Tirka girê daye û xwe dikin wek wan.”
Vê twîtta vî xortê dilşewatê milet û zimanê xwe bixwînin, hûnê bibînin bê kurdî çwa miriye û kurd çawa bi lez û bez dixwazin bibin tirk.
Gava meriv xwe miletekî cihê, ne tirk nebîne meriv ji kurdî hez nake û naxwaze
bi wî zimanî bipeyive.
Tiştê min ji kurdan fêm kiriye ne bi zora tirkan, bi daxwaza
xwe dixwazin ji kurmancî-zazakî xelas bibin û bibin tirk.
Tirk li dijî vê
daxwaza kurdan derkevin jî kurd qebûl nakin, ewê bi zor bibin tirk. Kurd
200-300 sal in li Konyayê asîmîle nebûn, nebûn tirk.+
kurdên me di nav 4-5 salan da, herî zêde 10 salan da bûn
tirkên xalis muxlis, hemûyan zarokên xwe asîmîle kirin.
Bi baweriya min
xelasiya kurdên bakur ji mûcîzeyê jî zahmettir e. Ji zûda ye ez di vê baweriyê
da me. Hêvîya min tenê mûcîzeyeke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar