20 maj 2022

NATO ji bo me kurdan nabêna xwe bi Erdogan ra xera nake !

Ez tiştekî tim dubare dikim, hetanî em nebin xwedî dewleteke serbixwe ne li Kurdistanê, ne jî li tu welatekî din tirk nahêlin em bisitrin, destê wan tim ewê di gewriya me da be.

Li kîjan welatî dibe bira bibe dewleta tirk tim li dû me ye.
Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê û ji NATOê ra dibêje gerek hûn kurdan nexin meclîsên xwe, negirin partiyên xwe, destûrê nedin xebat û meşên wan, destûrê nedin hebûna komeleyên wan. Û kurdên em ji we dixwazin dibê hûn gişan bidin me.

Yanî li Tirkiyê û li Kurdistanê tirk çi tînin serê me, gerek welatên Ewrûpayê jî eynî tiştî bînin serê me, Tirkiyê ji wan çi xwest dibê bê "ema, mema" qebûl bikin.

Bi baweriya min ne hemû daxwaz bin jî lê Yekîtiya Ewrûpa û NATO ewê piraniya daxazên Tirkiyê qebûl bikin. Ji ber sê tiştan ewê qebûl bikin:

1-Îmana ewrûpiyan di pera da ye, pir pûlperest in, lema jî ewê li gorî kar û berjewendiyên xwe hereket bikin. Kara kesî di parastina me da tune ye.

2-Kara welatên Ewrûpa û NATOyê di parastina me da tune ye, zirara wan tê heye. Kî bibe hevalê me li zirarê ye. Tu welatekî Ewrûpa ji bo me kurdan nabêna xwe bi tirkan ra xera nake, newêre tirkan bike neyarê xwe.

3-
Serokên welatên Ewrûpa hemû ji tirkan pir ditirsin, yek welat jî newêre bersîva heqaretên Erdogan bide, newêre sûcên wî, hevaltiya wî ya bi Daîşê şû terorîstên îslamî ra bide ruyê wî. Lema jî Erdogan diwêre bibe bavê terorîstên îslamî.

Erdogan çi heqaretê li serokên ewrûpî bike, çi gefê li wan bixwe jî newêrin bersîvê bidinê, bi dizî û eşkere xwe davêjin dexlî wî, pê ra li hev tên.

Çimkî di bin destê Erdogan da artêşek terorîstên Daîşê û îslamî heye. Bêyî wan bi milyonan tirkên ji bo Erdogan kanin her dînîtiyê bikin hene.

Tirk û terorîstên îslamî bi yek peyva Erdogan kanin seranserê Ewrûpayê bikin qada şer û tevliheviyê. Hin bûyerên li Swêd, li Fransayê, li Almanyayê û li hin welatên din îspata vê yekê ye.

Tirk û îslamiyên li Ewrûpa girêdayî Tirkiyê ne, kanin bajaran bişewtînin. Ewrûpî qutufîne, newêrin wan aciz bikin.

Erdogan kînga bixwaze kane bi sedhezaran tirk û çeteyên îslamî bera bedena Ewrûpayê bide, welatên wan li wan bike cahnime.

Erdogan kînga bixwaze kane bi milyonan koçberên hazir in bimrin bişîne ser Ewrûpayê.

Lema jî Yekîtiya Ewrûpayê teslîmî Erdogan bûye, tenê salê bi 3-4 milyar euro xûgiyê wî aş dikin. Ewrûpî bêyî bertîl û xûgiyê tu riyeke din rast nabînin. Erdogan bi viya zane, lema jî li ser pişta Yekîtiya Ewrûpayê wek mîran dijî. Meaşê çeteyên Daîşê ji wan digre.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE