21 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -126-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-21

Li zarokxaneya(daghema) ez lê dixebitim ez û personal û zarok giş bi hev ra em çûn parka bajarê Eskîlstûnayê. Para min du zarok ketin. Du keçikên cêwî bûn. Em hetanî saet 15-00a bi zarokan ra li parkê gerîyan.

Hewa ne xweş bû. Min ji herduyan ra du lîstok kirîn, ji yekê ra topeke biçûk, ji ya din ra jî şêrek kirî.
Di vegerê da herduyan lîstokên xwe rê zarokên din dan. Dema personal bi vê yekê hesiyan pir aciz bûn, şefa zarokxanê matmayî ma û ez kiritîk kirim.

Min fam kir min şaşiyek mezin kiriye. Gotin ev yek di nava zarokan da ewê bibe problem.

XXX
1987-05-21

Diya min îşev derengê şevê, saet li dora 24.00 hat. Ez, xanim, herdu zarok bi ereba Selîm Bakac çûn pêrgî wê.
Mala Selîm ava be, ereba wî wek ya min e, tim di emrê min da ye.
Ez pir bi heyecan bûm. Piştî 7 salan nîhayet me hevdu dît. Dîya min çer çav li me ket dest bi girî kir.
Jixwe giriyê wê tim hazir e.
Ez jî giriyam. Dûra xanim jî giriya.
Min û wê xwe li hev pêça û bû hîske hîsk û kûzîna me.
Dûra dor hat himêzkirina zarokan û xanimê. Me dilê Selîm jî xera kir.


XXX
1996-05-21

Komîteya Swêdî ji Tirkiyê 3 abûqat dabûn anîn. Ji wan yek Sezgîn Tanrikulu bû. Li ABFê li ser mafê mirovan û mesela kurd civînek çêkirin. Civîneke bêserûber û tevlihev bû. Wek her tim, Îbrahîm Guçlu ji dêlî pirsekê bikira, konferansek da. Got hûn wek kesên huqûqnas bes li dijî kirinên dewletê derdikevin. Çima hûn li dijî hêzên(Apocî û Dev Sol) di hefsan da li hevalên xwe neheqiyê dikin dernakevin ?
Ev mesele pir dirêj kir, min dî naqedîne ez rabûm çûm…

XXX

1999-05-21

Mûrad(Mûrad Ciwan) nivîsa xwe ya bersîva Mihemed Ûzûn ji bo ku ez bixwînim û dîtina xwe li ser bibêjim ji min ra şandiye. Min nivîs xwend, hin şaşiyên zimanê wî rast kir û derengê şevê jê ra şamd.

Bi ya min nivîs qels bû, tam ne li gorî dilê min bû, anîbû ecelê û ji alî zimên va jî xerab bû. Jixwe zimanê Mûrad ne baş e, cumleyên wî xuloxwarî ne, jê baş nayê fêmkirin.

Min dîtina xwe ya li ser qelsiya naveroka nivîsê jê ra nivîsand. Tiştekî wî bala min kişand, xwe biçûk dibîne, hin tiştên ku meriv qet jê napê li layiqî xwe dibîne.

Mesela di dereke nivîsa xwe da gotiye gava Mihemed Ûzûn nerastiya van tiştên hatine gotin îspat bike ”ezê uzrê xwe jê bixwazim û herim destê wî ramîsim.”

Min got gotina tiştekî wiha him ne xweşe, him jî divê meriv sozeke wiha nede tu kesî; dixwaze bira ew ji erd heta asîman bi heq be.

Meriv ji kesî ra nabêje heger new ek in be ”ezê destê te maç bikim.” Lê wî di nivîsa xwe da sozeke wiha dabû Mihemed. Ez bawer dikim piştî vê dîtina min ewê jê derxe.

Di rojnama Mîllîyetê ya do de(20/5) lîsteyeke bi navê ”195 gotinên sansorkirî” hate weşandin.

Li gor xeberê ev lîsteya gotinên qedexekirî ji alî Wezareta Karên Hundur ve ji medya û hemû dezgehên dewletê ra hatiye şandin.

Li hember vê, wezaretê hin gotinên din pêşniyar kirine û xwestiye ji nuha û pê da medya û dezgehên dewletê van gotinan bi kar bînin.

Lîsteya gotinên ku dibê neyên bikaranîn gelkî balkêş e, eynî piştî şikestina Şêx Seîd tîne bîra meriv.

Gotina Kurdistan û kurd jixwe yasax e, lê tiştê balkêş ji bo Mesûd Barzanî û Celal Talabanî jî sifetê ”serokên kurd” yasax kirine, gotine ji dêlî wê va dibê peyva ”serokeşêrên başûrê Iraqê” bête bikaranîn.

Ez vê xebera Erbîl Tûşalp û lîsteya gotinên sansorkirî digrim jêr. Dûra dema wexta min çê bû ezê wergerînim.

Esas ez wextê bibînim ezê nivîsekê li ser vê meselê binivîsim, ji bo ku kesên dibêjin Apo here, PKK wenda bike jî tişt nabe, heta ewê ji bo me baştir bibe bibînin Tirkiye li dû çi ye...

Heger Tirkiye zora PKKê bibe, PKK nemîbe dor ewê were ser  Kurdistana Başûr. Heger bikanibin ewê Mesûd û Celal jî  wek Ocalan bigrin û bavêjin hefsê. Her xerabîyê, her bêbextîyê, her nemardiyê Tirkiye kane bi me ra bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar