29 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -134-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-29

Bi şev bi kekê Dr. Nacî Kutlay ra peyivîm. Min mesela roportajê pê ra sohbet kir. Got baş e, ser çavê min. Me hîşt piştî kongreya Federasyonê. Ev jî pêşniyara wî bû, wî got bira bimîne piştî kongreyê. Min jî got baş e.

”Bûyera 49a”
di tarîxa me da hedîseyeke pir mezin û muhîm e. Ez bawer dikim hetanî nuha kesî li ser nenivîsîye. 50 kurd di sala 1959a da hatin girtin. Di 27ê Gulana 1960î da eskeran dest danîn ser hukim. Mahkima wan hetanî 1961ê dom kir.

Mehmet Emîn Batu di hucrê da mir, man 49 kes. Lema jî bûyer bi navê ”Bûyera 49a” tê binavkirin. Sawcî, Dr. Nacî Kutlay û Dr. Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan) jî di nav da ji nîvê wan ra îdam dixwest. Dixwestin xortên kurdan bitirsînin, rê li ber şiyarbûna kurdan bigrin.
Ji ber ku Dr. Nacî Kutlay şahid û girtiyekî vê dozê ye ez dixwazim pê ra hevpeyvînekê bikim û di Armancê da biweşînim.

Îro li Brukselê maça Lîverpul û Juventusê da şer derket. Telewîzyonê got bi kêmanî 35 kes mirine û bi sedan jî birîndar in.

XXX

1996-05-29

Elî Çiftçî telefon kir, got kitêba(wergera) te şandiye ezê çap bikim. Lê dibê em mafê çapê û fîlmên wê yên swêdî bigrin. Got ez bi weşanxaneya wê ra peyivîme, ev kar ewê hin wext bigre.

 Elîyê muswedê ji weşanxaneya swêdî bigre. Ez gelkî dixwazim ev kitêb bi kurmancî jî hebe. Ji bo zarokan kitêbeke pir hêja ye, têma wê li ser nasnameyê ye, dibê meriv ji xwe, ji rengê xwe, ji şiklê xwe şerm neke.

XXX
2020-05-29

Min li vîdeoyeke Mirad Bayram temaşe kir. Di axaftina xwe da ji şepalê ra got ”dêleşêr”.
Meriv ji kûçika mê ra dibêje dêlik, ji şêra mê ra nabêje ”dêleşê”, dibêje ŞEPAL.
Ji bo ku careke din vê şaşiyê neke min ev nivîsa jêr jê ra şand:

”Mirad merheba! Min li vîdeoya te guhdarî kir. Pir xweş e.
Projeyên te jî muhîm in, te pîroz dikim. Mirad, di vîdeoyê da tu dibêjî ”dêleşêr”. Belkî li herêma we wer dibêjin, lê meriv ji şêra mê ra nabêje ”dêleşêr”, dibêje ”şepal”. Kurd dibêjin şêr û şepal. Di çîrokên kurdî da jî meriv dibêje ”şêr û şepal”, yanî şêrê nêr û şêra mê. Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar