29 maj 2022

Îranê jî ji Tirkiyê ra got STOP !

Piştî nerazîbûna Amerîkayê, Îran jî li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana rojava û Sûriyê derketiye. Beyana Îranê ji ya Amerîkayê serttir e, ji Tirkiyê ra dibêje ”dînîtiyê nekin”, ez qebûl nakim hûn êrîşî Sûriyê bikin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Seîd Xetîbzade gotiye ji bo çareserkirina gelşan êrîş, şer ne riyeke rast e, şer ne tenê gelşan hel nake, her wisa xerabtir dike. Îran li dijî her êrîşa leşkerî ya li hemberî Sûriyê ye.

Beyana Îranê ji ya Amerîkayê pir serttir e, bi kurtî ji Tirkiyê ra dibêje em qebûl nakin û Tirkiyê careke din êrîşî Sûriyê bike û hin erdên din dagir bike.

Seîd Xetîbzade gotiye dibê Tirkiye di çarçoveya proseya Astanayê da bi riya diyalogê bigere, neku zorê bikar bîne.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 23ê gulanê da gefa êrîşeke nuh li kurdan xwaribû, gotibû li hemberî rojavayê Kurdistanê ew haziriya ”operasyoneke nuh dikin. 

Lê Amerîka li dijî vê derket û ji tirkan ra got, rehet bisekinin, zirzopiyê nekin. Nuha jî Îranê wek Amerîkayê eynî tişt gotiye, li dijî êrîşê derketiye, gotiye rê diyalog e, here bi Esed ra bipeyivin.

Erê Erdogan mirina xwe kiriye çavê xwe, li bela xwe digere, lê ez dibêjim piştî dijberiya Amerîka û Îranê ewê li ser dêla xwe bikeve, newêribe êrîş bike.

XXX

Heta ku Erdogan bikanibe bi gefê, bi zorê û bi rêbiriyê li karê derkeve, çend qurişan bi dest xîne dev ji gefan û rêbiriyê û şêlandinê bernade.

Dibê meriv xûgê nede rêbiran, çeteyan. Heger rêbir, çete carê bitahmijin xûgê, fîdyeyê ewê tim bixwazin, tu carî dev ji karê xwe bernadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE