30 maj 2022

Tirkiye dixwaze Sûriyê bike Afganîstaneka nuh

Heger Yekîtiya Ewrûpayê, NATO, Amerîka naxwazin Sûriye bibe Afganîstaneka nuh dibê guhên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan badin û destegê bidin federasyona kurdên Kurdistana rojava.

Heger viya nekin, teslîmî serokê Tirkiyê Erdogan bibin û bihêlin Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike, Erdogan ewê di nava salekê da Sûriyê bike Afganîstana duduya.

Analîstê amerîkî Sam Haller ev rastî baş dîtiye û ji berpirsiyarên Amerîkayê ra gotiye:

”Heger Amerîka dev ji alîkariya HSDê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) berde, Sûriye û rojavayê Kurdistanê ewê bibe Afganîstan.”

Ev tespîteke sedîsed rast e. Wek Sam Heller jî gotiye, bi rastî jî heger Amerîka serê xwe li ber Tirkiyê bitewîne û dev ji piştgiriya HSDê berde, Erdogan ewê di nava salekê da tevahiya Sûriyê û Kurdistana rojava ji Afganîstanê jî xerabtir bike. Ev ne texmîneke bêbingeh e.

Efrîn û Serêkaniyê îspata vê yekê ye. Tirkiyê ev herdu bajar û Idlib û her dera di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye ji Afganîstanê jî xerabtir kiriye.

Heger Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê naxwazin Sûriye bibe Afganîstana duduya dibê guhê Erdogan badin, pozê wî bifirikînin û bi beekî saxlem girê bidin. Erdogan neyê qeydkirin ewê Sûriyê bike Afganîstan, ewê Daîşê bike cîranê Îsraîl û Ewrûpayê.

Heger Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa naxwazin Sûriye bibe Afganîstan û Daîş bibe cîranê Îsraîl û Ewrûpayê dibê dev ji alîkariya HSD, PYDê bernedin û Federasyona Sûriyê û Kurdistanê çêkin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE