30 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -135-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-05-30

*Saet di 17.00a da me civîna Sekreterya Federasyonê çêkir. Hemîd Newroz hinekî dereng hat. Min Du caran telefonî Sîdar kir ne li mal bû.

*Mûrad Ciwan bi şev telefonî min kir, got Elîşêr(Zîya Avcî)ewê kitêba Modanoglu wergerîne. Emê di Armancê da biweşînin.

Ya din jî got ji bo Seîdê Sûrî telefonî tuxtorê dirana bike, jê ra wextê veqetîne.

*Telewîzyonê di xeberan da got 38 kes di bûyera maça Lîverpûl û Juventusê da mirine. BBCyê got bi kêmanî 40 kes in. Felaketeke mezin e, heyfa xortan.

XXX
1986-05-30

Piştî civîna redaksîyona Armancê ez çûm şîna bavê Lutfî Baksî. Li şînê min bihîst ew jin û mêrê kuştî hatibûn dîtin herdu jî kurd in. Rojnameyan nivîsî bûn lê nasnameyên wan negotibûn. Termên wan li bajarê Eskelstunayê di nav daristanekê da dîtibûn. Lawik 34 salî ye, jinik jî 22 salî ye. Herdu jî ji Kurdistana Başûr in.
Ez pir li ber ketim. Bi qetlên wiha di çavên swêdiyan da em dibin miletekî hov.
Li ser sebebê kuştina wan, têkiliya wan hîn tiştekî zelal tune ye. Hetanî çend rojan rojname ewê hin zanînan belav bikin.


XXX
1997-05-30

Min bihîst Ahmed Turk, Sirrî Sakik, Sedat Yurtaş hatine Swêd û nuha mîvanê Qutbedîn Aliş in. Ez û Keya Êzol em çûn wir. Me li ser rewşa kurdan, xebata legalîtî û dibê kurd çi bikin hinekî sohbet kir. Bala min kişand, pir li dijî Şerafetîn Elçî bûn.

Ne eşkere, lê bi êrifî digotin dewletê ew derxistiye hemberî me. Wekî din jî bi li hemberî kes û hêzên mixalif pir bêtolerans bûn, li gorî wan xebateke li derî wan şaş e, xerab e, dixwazin bixebitin dibê bi wan ra bin.

XXX
1999-05-30

Weqfa Kurdî ji bo heyşt(8) xwendevanên ji Kurdistanê hatibûn qursa zimanê kurdî sermoniyek, şahîyek çêkir û dîplomeyên wan danê.
Salih Înce ez jî dawet kirim. Gelek kes hatibûn. Piştî koktaylê hin axaftin hatin kirin û dûre dîplomayên wan danê.

XXX
2008-05-30

Merheba ezbenî,
 
ev dem û hemû demên te xweş bin.
 min îroj li nivîsên te niherîn. Ez bi nivîsa te ya li ser nexweşiya te xemgîn bûm. Hêvî dikim ku ne tiştekî giring be û derbasbûyî be...
Te di nivîsê de gotiye "ji xwe ez dinivîsînim jî ne xema kesî ye"...
Ez dibêjim qey tu neheqiyê li gellek kesan dikî... çawa ez dinivîsînim û xema te be, gava ku tu dinivîsînî jî bi kêmanî xema min e. bi derengî be jî, mirov dixwîne, ji ber ku yê ku bixwaze, li gora birçîbûna xwe peyda dike.
 
erê, ez jî di nav de, em gellek caran gazindên xwe ji xelkê dikin ku naxwînin. Lê, li hêleke din jî divê em pirseke din ji xwe bikin. Ma gelo me tiştek da vî milletî ku bixwînin. çend dîwan, çend roman bi kurdî hene ku tu dikarî beyî dudiliyê pêşniyarî dostekî xwe, hevalekî xwe hezkiriyeke xwe bikî... Bi rastî, ez di rewşeke weha de gellekî difikirim û bi dû re navek an du nav ji devê min derdikevin. Erê, ew jî baş e... ji tunebûnê çêtir e. Lê ez dibînim ku hejmara wan hindik be jî, hin şovalyeyên zimanê kurdî hene ku kêra wan di ber de li kuçe û kolanan bi kurdî û bi serbilindî dime$in.
 
Mirov di rewşên nexweşî û xerabiyê de bivê nevê bêhêvî dibe, lê mirov dibîne ku gellek kesên bêhêvî hene... ku dikarin rojekê dest têxin qirika hêviyan jî... û êdî guh nedin wan... xelk bixwînin jî ne giring e... Ez dixwînim, tu dixwînî, ew dixwîne... em dixwînin, hûn dixwînin, ew dixwînin... Binihere, hemû kesên zimanê kurdî dixwînin...
 
Min xwast ez bi vê peyamê hinekî kêfa te bînim û bibêjim ku kesên ku dixwînin hene. Min dît ku nivîsa te 344 caran hatiye xwendin ku yek ji wan jî qey ez im. Erê, ev hejmar ne zêde ye, lê têra mirov dike ku mirov pê bêhna xwe fireh bike...
 

ma qey ev jî ne hêja ye... ?
dîsa derbasbûyî be...
 silavên biratiyê
îbrahîm Seydo Aydogan

XXX
2008-05-31

Wey merheba Îbrahîm, birayê ezîz!
Gelek sipas ji bo silava te ya "biderengî"!
Tişt nabe, silavên dostan bi derengî be jî meriv dilê meriv şa dike. Ji bo ku te çavek li nivîsên min gerandiye mala te ava, ew jî baş e.
Ez lînka xwe li jêr ji te ra dişînim, dema wexta te çêbû tu dikanî yekcarnan riya xwe pêxe.
Kitêbeke min ya xemîşokan, çîrokan derketiye lê hîn li ba min tuneye ku ez bigihînim te. Dema gihîştin min ezê bi hawakî yekê bigihînim te. Lê heger tu bixwazî bixwînî û raya xwe li ser bibêjî yek li ba Mahmûd Lwendî heye, jê bi emanetî bigre.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar