30 maj 2022

Dibê meriv zarokên xwe teşwîqî xwendinê bike

Hin keç û xortên hêja ji kitêba min ”Antolojiya çîrokên zarokan hebû tune bû” carnan çîrokan dixwînin û di Youtubê da belav dikin.

Mala wan ava be karekî baş dikin. Bi xêra wan him li çîrokan tê gudarîkirin, him jî haya însan ji kitêbê çê dibe.

Lê bi qasî ez dibînim tesîreke zêde ya vê reqlamê li firotina Antolojiyê çênebûye.

Nêzî salekê ye kitêb derketiye hîn jî du hezar(2000)heb neqediya ye. Min digot belkî zû biqede. Lê belê texmîna min şaş bûye.

Piştî hewqas reqlam, hewqas pesin û ecibandin dibê di 9 mehan da 2000 ”Hebû tune bû” bihata firotin û nuha çapa duduya çê bûba. Belkî saleke din jî neqede.

Ji ber ku însanên me qedir nadin zimanê xwe, eserên bi zimanê xwe naxwînin û bi zarokên xwe nedin xwendin.

Ev kitêb bi tirkî bûya li Tirkiyê ewê di nav 2-3 mehan da biqediya. Çimkî tirk ji zimanê xwe hez dikin û gava kitêbeke zarokan ya baş derkeve dikirin û bi zarokên we didin xwendin.

Sala çûnî li Swêd 2.532 kitêbên zarok û xortan hatine çapkirin û tîraja her kitêbekê jî bi dehhezara ye.

Li Tirkiye ev reqem di ser 9 hezarî ra ye. Yanî li Tirkiyê salê li dora 9 hezar kitêbên xort û zarokan çap dibin.

Nufûsa kurdan herî kêm 30 milyon e, ji vê nufûsê 4-5 milyon zarok hene, lê di salekê da ji kitêbeka zarokan 2000 heb nayê firotin. Ev tê wê maneyê em ji zarokên xwe ra kitêba nakirin.

Ev yek kêmasiya dê û bavan e, dibê dê û bav ji zarokên xwe ra kitêban bikirin, ji bo ku zarok ji çûk tî da fêrî xwendinê bibin. 

Ji zarokên xwe ra kitêban bikirin, wan teşwîqê xwendinê bikin, bira wexta zarokên we bi temaşekirina li telewîzyonê derbas nebe. Zimanê zarokan bi xwendinê bi pêş dikeve, xezîna gotinên wan zengîn dibe, fikir û fantaziyên nuh di serê wan da çê dibin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE