17 maj 2022

Erdogan serdana wezîrên karên derve yên Fînlandîyayê û Swêd qebûl nekir

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye ji bo ku em endametiya Swêd a NATOyê qebûl bikin dibê Swêd 21 kesan teslîmî me bike.
Li gorî beyana Erdogan Fînlad û Swêd, lê bi taybetî jî Swêd bûye hêlîna terorîstên kurd, PKKê, YPGê. Gerek Swêd tavilê dev ji vê siyaseta xwe berde, kar û xebatên "terorîstan" qedexe bike û yên Tirkiye dixwaze teslîm bike.
Şantaj û kêmfersendiyeke bêemsal e, bêyî tirkan kes tiştekî wiha nake.

Wezîrên karên derve yên Fînlandiyayê û Swêd ewê îro biçûyana Tirkiyê. Lê Erdogan dîsa çerx kir, gotiye neyên, ne hewceye xwe biwestînin heta vira werin, ji bo ku em raya xwe biguherînin em ne motajî hewildanên dîplomatîk in.

Yanî mêrik gotiye neyên, şertê me qebûl bikin, 21 kesan bidin me. Hûn kanin viya wek 21 kurdan fêm bikin. Piştî vê beyana Erdogan, wezîrên karên derve yê Fînlandê Pekka Haavisto û wezîra karên derve ya Swêd Ann Lînde çûna xwe ya Tirkiyê betal kirin, ya na ewê îro biçûyana ber nigê Erdogan û li ber bigeriyana.

Mêrik gotiye Swêd bûye wek hêlîna û qurpa terorîstan. Serokê Tirkiyê, emîrê Daîşê viya ji Swêd ra dibêje.

Sûcê Swêd e, dawiya tawîzê û hustuxwarkirina li hemberî merivekî wek Erdogan wiha ye, ewê bêtir li hustuyê we sayir be. Meriv naçe li ber merivekî wek Erdogan nagere. Dema Erdogan bibîne gef pere dike, ewê hinekî din bixwaze.

21 kesan teslîmî Tirkiyê bikin, Erdogan ewê roja din 21 kesên din bixwae, ewê bibêje komelên kurdan gişan bigrin. Yanî dawiya daxwazên wî ewê tu carî neyê, çimkî mêrik dixwaze Swêd jî bike Tirkiye.

 

XXX

Min îro mîvanê xwe baş westand, em 2 saet û 21 deqeyî meşiyan.

Li herêma me derên gerrê pir in, îro min û xanimê me riyeke nuh nîşanî wî da. Çend rojên din jî ezê jê ra rêberiyê bikim û dûra jê ra bibêjim, fermo, dibê êdî tu bi tenê herî ji xwe ra bigerî.

Şansê wî heye, hewa xweş e, dinya honike e, ne sar e, ne germ e, 13-14 derce germ bû.

Lê vira Swêd e, qed belî nabe, kane sibe bibe pûk jî...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE