Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-16
Me civîna Komîta Karger ya Federasyonê çêkir. Hemîd Newroz
saet di 18.00a da, hinekî derng hat.
Zubêr, Kesra û Azad jî li Federasyonê bûn,
Berbang poste dikirn.
Berî em dest bi civîna xwe bikin, min hinekî bala xwe da
Berbangê. Bîna min teng bû. Berbang gelkî xerab derketibû. Bi taybetî jî beşa
li ser Newrozê qet ne baş bû. Axaftina min a şeva Newrozê tê tunebû. Çima wiha
kiribûn, çima axaftina min nexistibûnê min fêm nekir.
Min ev yek ji
Zubêr ra got. Lê tu sûcekî Zubêr tuneye...
Du roj berê ji min r agotibû ji Rezazî bipirse. Min got min ji Rezaq Feylî ra gotiye, min îro jî jê pirsî lê hîn tu bersîv nedaye, dema bersîv da min ezê xeberê bidim te.
Min jê ra qala Berbangê jî kir, got axaftina min neweşandine. Ew jî bi yekê pir qeherî. Qala civîna jinan jî kir.
Rêber telefonî min kir, got pûlisan du kes ji kampa Laganê birine ji bo ku bi paş da bişînin Tirkiyê, dibê tu midaxele bikî. Min jê navên wan pirsî, got ez navên wan nizanim. Min got ji bo ku ez telefon bikim dibê ez navên wan bizanibim, navên wan fêr bibe û telefonî min bike.
Ji bo civîna sibe min hazirî kir.
Danê nîvro çûm mala Elîşêr(Zîya Avcî).Birayê wî wefat kiriye, çûm serxweşiyê. Em bîstekê li ser derketina ji Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep) peyivîn. Got derketina ji Sol Bîrlikê rast e, me ji programa xwe gelek tawîz daye, bi endametiya wê me xwe înkar kiriye.
Ez li dij derketim, lê me tiştek nexist serê hev. Dûra Osman Aytar û Nafî Çilgin jî hatin, êdî me ev mesele birrî, memej iwe ra qala tiştên din kir.
XXX
1997-05-16
Îşev di Telewîzyona Medê(MED TVê)da li ser dagirkirina Tirkiyê ya Kurdistana başûr civînek hebû. Gelek kes beşdar bûbûn. Nûnerê partiya Kemal Bûrkay û Mahmûd Kîper jî di nav kesên beşdar da bûn.
Ji Kurdistna başûr du hêzên îslamî jî hebûn. Îbrahîm Ahmed bi telefonê beşdarî minaqaşeyan bû. Evdila Ocalan jî bi telefonê beşdarî minaqaşeyan bû û raya xwe got.
Got
berjewendiyên hêzên kurd ne di tifaqa bi Tirkiyê ra ye, dibê hêzên kurd, eşîrên
kurd giş li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê derkevin û bi xurtî li ber xwe bidin,
şerê Tirkiyê bikin.
Bi baweriya min jî heta kurdên Kurdistana bakur mesela xwe bi Tirkiyê ra
çareser nekin, mafekî millî bi dest nexin, xelasiya perçên din ne mimkûn e, ya
jî nêzî nemimkûniyê ye.
Lema jî dibê kurd giş bi hev ra şerê Tirkiyê bikin. Hetanî
Tirkiye bela xwe ji kurdan veneke li tu beşî rehetî ji kurdan ra tuneye, ji bo
tirkan kurd giş neyar in, dibê li tu derê kurd azad nebin û Kurdistan çênebe.
XXX
1999-05-16
Min îro Ahmed Husênî dît, me bîstekê sohbet kir. Kitêba
wî(kewname) neketibû destê min, ji min ra îmze kir.
MED TVê bi navê CTV dîsa dest bi weşanê kir. Lê ne zindî ye,
tenê stranan û dîmenên Kurdistanê nîşan dide. Yanî fena meriv ji devê dakeve li
kerê siwar be.
XXX
2009-05-16
Ji Abdurehman Onen ra
Merheba!
Abdurehman, biryara hukûmetê ya paşdedane navê gundan gelkî baş e. Ji xwe
xebateke te jî li ser navên gundên Wêranşarê hebû. Heger têkiliyên te bi
hin wêranşariyên bi xîret ya jî bi DTPa Wêranşarê ra heye vê meselê
bi vîra wan xe, ji wan ra bibêje bira herin navê gundên xwe paşda
bixwazin. Bi texmîna min milet bixwe nake, dibê hinek pêşengiya vî karî
bikin. Û hêza kanibe bi karekî wiha rabe bi baweriya min tenê DTP ye. Dibê
meriv xwe bigihîne wan.
Di vî warî da heger tiştekî ji destê min bê ji min ra bibêje, ezê bi dil û can
bikim.
Ya herî baş ew e ku ji bo vê yekê DTP biryareke merkezî bigre û milet têxe
hereketê.
Piştî wê dibê PKK jî bangekê li milet bike û bibêje kurdino, herin navên
gundên xwe paş da bigrin.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2021-05-16
Aşik Bahrure xanimê, piştî gazina min dest bi kurmancî kiriye, bi kurmancî
vîdeoyek çêkiriye, ji min ra şandiye û fikrê min pirsîye. Min ev bersîv dayê:
Pir xweş e, fedî meke. Guh nede gotin û henekên nezan û cahilan. Kurdê/kurda bi
kurdî nizane bira şerm bike. Tu tiştî meriv bi carê da fêr nabe, meriv hêdî,
hêdî fêr dibe. Ziman jî wisa ye, heger meriv şerm bike, meriv tu carî nikane
zimanekê fêr bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar