Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05-02
Me civîna sekreteryayê saet di 17.00a da li Federasyonê çê kir. Ez, Hemîd Newroz û Şiyar beşdar bûn. Zubêr li wir bû. Min jê ra got, jimara Berbangê ya kevn ji xelkê ra bişîne. Min berê jî çend caran ji hin hevalên di redaksîyona Berbangê da ne got Berbangê bişînin, xelkê Berbang negirtiye. Lê hetanî nuha jî neşandine. Zubêr got vê carê emê du jimaran bi hev ra bişînin.
XXX
1988-05-02
Ez îro saet di 09.30î da li Nexweşxaneya Sabatsbergê dîsa çavê min emelîyat kirin. Tuxtora nezan ez perîşan kirime. Hêvî dikim vê carê baş bibe, xerabtir nebe.
Meriv pir û pir ne mecbûr be dibê xwe nexe binê kêran. Meriv nizane ewê netîce çi be. Gotin êşa serê te ji ber şaşiya çavê te ye, lê tuxtorê nuha dibêje dibê tu emelîyat nekirana. Dixwazin bînin qeysa berê lê nabe.
XXX
1999-05-02
*Kanala telewîzyona Starê îro dîsa li ser navê Abdullah
Oclan xeberek belav kir, got me îfada wî ya sisiyê Nîsanê bi dest xistiye. Yanî
dane wan. Ji dêlî bibêjin dane me, dibêjin ”me bi dest xistiye.”
Di xeberê da gotin Abdullah Ocalan di vê îfada xwe ya taybetî da gelek tiştên xerab
gotine. Çend numûne jî ji îfada wî dan. Tiştên xerab bûn, îşaretên teslîmeyê
bûn.
Heta nuha çend caran tiştên wiha belav kirin, yanî ev xeber ne tiştekî nuh e.
Bi baweriya min hetanî Ocalan dernekeve mahkemê û tiştê dibêje meriv nebihîze,
dibê meriv ji gotinên wan bawer neke, çimkî kanin lê zêde bikin, tahrîf bikin.
Lê kane rast be jî.
*Salim Çelîker îro mala xwe bar kir, çû Înglîstanê, Londonê.
Baş xerab ewê hinekî îngilîzî fêr bibe. Yê bi îngilîzî nizanibe wek ku kerr û
lal be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar